Dayika Cemîle Çagirga: Yên ku Cemîle kuştin niha jî êrişî Başûr dikin

  • jin
  • 10:31 5 Gulan 2022
  • |

ŞIRNEX - Dayika Cemîle Çagirga ya ku li Cizîrê hat qetilkirin Emîne Çagirga, anî ziman ku di vê Roja Dayikan de ew vê rojê bi êş û dilşikestî pêşwazî dikin û got: “Erdogan li vir zarokên me qetil kir, niha jî êrişî Başûr dike. Bes êdî bila zarokên me neyên qetilkirin." 

Yekşema duyemîn a meha gulanê li seranserê cîhanê wek Roja Dayikan tê pîrozkirin. Her çend roj bi dayîna kulîlk û diyariyan tê pîrozkirin jî ji bo dayikên Kurdistanê rewş diguhere. Dayikên kurd her bi dilşikestî her tim Roja Dayikan pêşwazî dikin. Bi hezaran dayik li ber gorên zarokên xwe vê rojê pêşwazî dikin.  
 
Yek ji wan dayikan, dayika Cemîle Çagirga ya 10 salî ku di 7’ê îlona 2015’an de li Cizîrê di qedexeya derketina derve de li ber deriyê mala xwe hat qetilkirin û cenazeyê wê 11 rojan di sarincê de ma Emîne Çagirga ye. Dayika ku dilê wê bi kul e bi minasebeta vê rojê axivî. 
 
 
ÇÎROKA ZILMA LI SER MALBATÊ 
 
Emîne û malbata wê ji gundê Gawilqira navçeya Cizîra Şirnexê ne, di sala 1980’an de cerdevanî qebûl nekirin û ji wir koçberê gundê Gezerî ya Çiyayê Çemê Karê ya Sêrtê dibin û li wir 5 salan dimînin. Li vir jî ji ber zilma dewletê û darbeya 12’ê Îlonê neçar dibînin derkevin û vê carê jî berê xwe didin gundê Gawilqira Cizîrê. Lê belê di sala 1993’yan de gund tê şewitandin û talankirin. Emîne Çagirga ku bi malbata xwe re berê xwe da Cizîrê li vir jî ji zext û zordariya dewletê xilas nabe. Di sala 1992’yan de keça wê 7 salî Fatma û xwesiya wê jî di nav de bi giştî 7 kes tên qetilkirin û bi xwe jî birîndar dibe. Piştî 23 sal şûnde vê carê jî keça wê Cemîle tê qetilkirn. 
 
BI XEMGÎNÎ VÊ ROJÊ PÊŞWAZÎ DIKE 
 
Çagirga diyar kir ku roja dayikan li hemû dayikan pîroz be û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Bi minasebeta vê rojê em dixwazin ev roj bibe roja aştî û azadiyê. Dema roja dayikan tê em naxwazin ku dilê dayikan bişewite. Em jiyanek aram dixwazin. Ev bi salane dilê me dayikan dişewite. Em dayik li hember kuştin û mirinê ne. Dema dibêjin roja dayikan dilê me dişewite. Ji ber ku em bêyî zarokên xwe vê rojê pêşwazî dikin.”
 
‘CEMÎLE DI HEMBÊZA MIN DE HAT QETILKIRIN' 
 
Çagirga di axaftina xwe de wiha bal kişand ser qetilkirina keça xwe: "Keça min Cemîle li ber deriyê mala min di hambêza min de hat qetilkirin. Ew hîn zarok bû û di hembêza min de hat qetilkirin. Em jî welatiyên vê axê ne. Çi ji me kurdan dixwazin? Li dijî zilmê me tu carî dev ji berxwedana xwe berneda. Dê ev berxwedan her tim bidome. Piştî Cemîle di jiyana min de tu tişt negûherî. Ew êş û bêrîkirina di dilê min de wek roja ewilî ye. Ez ê tu carî keça xwe ji bîr nakim. Em dibêjin dilê me dayikan şewitî, bila dilê tu dayikên din neşewite. Ev 7 sal in roja dayikan ji bo min bêwate ye."
 
‘LI BAŞÛR ZAROKÊN ME TÊN QETILKIRIN' 
 
Çagirga destnîşan kir ku niha li dijî axa Başûrê Kurdistanê êrişek heye û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Kesên ku ji keça min re gotin terorîst îro êrişê xaka başûrê Kurdistanê dikin. Li wir jin, zarok û ciwanan tên qetil dikin. Em dibêjin wekhevî, lê ew dibêjin neyartî. Wekî Cemîleyê niha li Başûr zarokên me tên qetilkirin. Em li dijî şer çareserî, aramî û aştiyê dixwazin. Barzanî jî xiyanetê Gelê Kurd kir û tevlî hovîtiya dewleta tirk bûye. Mirov çawa destûrê dide ku kurd bê qetilkirin. Ne şerme ji Barzanî re. Gelek hevalên Cemîleyê ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin. Dê heta kengî ev şer bidome. Em dayik li hember şer in. Di sala 92’yan de ji malbata min 7 kes ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin. Di sala 2015'an de jî keça min hat qetilkirin."
 
‘BILA ÊDÎ ZAROKÊN ME NEYÊN QETILKIRIN' 
 
Çagirga di axaftina xwe de carek din bal kişand ser hevkariya Barzanî ya ji bo Tirkiyeyê û da zanîn ku divê dev ji xiyanetê berde û lazim e artêşa tirk ji ser axa Başûr vekişe. Çagirga wiha dawî li axafina xwe anî: "Em dayik jiyanek azad û aram dixwazin. Bila dilê tu dayikan neşewite. Bila yekitiyê ava bikin. Em Roja Dayikan li dayikên Başûr jî pîroz dikin. Bes zarokên me hatin qetilkirin.”