Komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê jinek revandin

  • jin
  • 11:38 5 Gulan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye û komên girêdayî wê li benda kontrolê ya di ketina Efrînê jina bi navê Arîn Fexrî Muslim revandin. 
 
Binpêkirên artêşa Tirikyeyê û komên girêdayî wê yên li Efrînê berdewam in. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), komên girêdayî Tirkiyeyê di 3’yê gulanê de jina bi navê Arîn Fexrî Muslim (37) a ji gundê Şîtka yê navçeya Mabata ya Efrînê di ketina bajarê Efrînê de li benda kontrolê revandin. 
 
Arîn Fexrî Muslim dayika du zarokane û çarenûsa wê nayê zanîn.