Jinnews: 31 jin û 3 zarok hatine kuştin

  • jin
  • 12:06 5 Gulan 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya ku Jinnewsê girtiye, di meha nîsanê de 31 jin  û 3 zarok hatine kuştin û 12 jin û zarokek jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane. 

Jinnews, her meh derbarê tundî û cinayetên jin û zarokan de çetele digire û tundî û cinayetan qeyd dike. Li gorî çeteleya Jinnewsê ya meha nîsanê, 31 jin  û 3 zarok hatine kuştin û 12 jin û zarokek jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane. 2 jin ji aliyê zilamên ku bi destûr ji girtîgehê derketine, 16 jin ji aliyê zilamên ku wan re zewicandîbûne, 4 jin ji aliyê zilamên ku dev ji hev berdane, 4 jin ji aliyê xizmên xwe ve, 2 jin ji aliyê zilamên ku wan nas nedikirin ve, 2 jin ji aliyê zilamên ku wan nas kirine ve, yek ji aliyê zilamê ku biryara wî ya dûrxistinê hebûye ve û yek jê jî ji aliyê hevalê xwe ve hatiye kuştin. 
 
Gumanbarê cînayet jinekê nayê zanîn û yê yekê jî hîna nehatiye dîtin.
 
Li gorî bajaran dane wiha ne; Stenbolê 7, Edenê 2, Îzmîrê 2, Xarpêt 2, Erziromê 1, Balikesîrê 1,  Aydinê 1, Sînopê 1, Sakaryayê 1, Burdurê 1, Çorumê 1, Gîresunê 1, Şirnexê 1, Trabzonê 1, Boluyê 1, Dîrokê 1, Tekîrdagê 1, Osmaniyê 1, Mûglayê jî 1.