Jinan provokasyona li dijî HDP’ê şermezar kirin

  • jin
  • 17:14 5 Gulan 2022
  • |
img
MÊRDÎN - Jinan provokasyona ku di pêşengtiya polîsan de hate xwestin li pêş Navenda Giştî ya HDP’ê were kirin, li Mêrdînê şermezar kirin. 
 
Provokasyona ku polîsan xwest li pêş Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bikin û gefa li dijî parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran li Mêrdînê hate şermezarkirin. Jinên ku di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de li pêş avahiya HDP’a Mêrdînê hatin gelhev, bertek nîşanî êrişê dan. Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJA’yê û endamên HDP’ê tev li daxuyaniyê bûn. Jinan pankarta “Jin wê bi vîn û têkoşîna xwe wê faşîzmê têk bibin” vekirin û beriya daxuyaniyê dirûşmeya “Ayşe Acar Başaran vîna me ye” berz kirin. Hevseroka HDP’a Mêrdînê Perîhan Agaoglû di daxuyaniyê de axivî. 
 
Agaoglû, tiştên li pêş Navenda Giştî ya HDP’ê qewimîn vegotin û êrişên li ser HDP’ê yên Bahçelîevler, Edene, Mêrsîn û Îzmîrê û qetilkirina Denîz Poyraz bi bîr xist. Agaoglû, diyar kir ku tiştên li Navenda Giştî ya HDP’ê qewimîne qebûl nakin û wiha got: “Ayşe Acar Başaran vîna me ye. Hûn bixwazin nexwazin jî wê HDP her tim hebe û li ser piyan be. Bila kesên vîna gelan tune dihesibînin bizanin ku ew bi xwe wê tune bibin û biçin. Em ê li ser piyan bin û serbilind bin. Hûn nikarin me bişînin. Hûn ê biçin sergoyê dîrokê. Em li vir bûn, em li vir in û em ê li vir bibin.” Agaoglû, diyar kir ku Wezîrê Karên Hundir û polîsên girêdayî wî berpirsyarên provokasyona qewimîne û bi lêv kir ku wê jin hesaba wê bipirsin.