Siyasetmedara kurd a ducanî li Girtîgeha Ûrmiyê di greva birçîbûnê de ye

  • jin
  • 11:45 6 Gulan 2022
  • |
img

ENQERE - Siyasetmedara kurd Saada Kadirzade ku ducanî ye û li Girtîgeha Ûrmiyê tê ragirtin, li dijî neheqiyan 9 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ye. 

Siyasetmedara kurd Saada Kadirzade (32), 7 meh in li Girtîgeha Bajarê Ûrmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê girtî ye û li dijî neheqiyên li ser wê tên ferzkirin ji 28’ê nîsanê ve di greva birçîbûnê de ye. Hat zanîn ku Kadirzade ducaniya 8 mehî ye. Hat diyarkirin ku Daîreya Îtîhbarata Pîranşarê berdana bi kefalet a Kadirzade asteng dike û ew jî ji ber bi awayek nehiqûqî tê girtin protesto dike. 
 
Çavkaniyek ji Girtîgeha Ûrmiyê ji Komeleya Mafê Mirovan a Hengaw re axivî û van agahiyan parve kiriye: "Midûrê girtîgehê Bakshi roja înê û şemiyê du caran bi Kadirzade re hevdîtin pêk anî û ji Kadirzade xwest ku dawî li çalakiya birçîbûnê bîne. Rayedarên girtîgehê ji Kadirzade re gotine tiştek bikin tune ye. Yên berdana wê asteng dikin jî endamên Daîreya Îstîhbarata Pîraşarê ye.” 
 
BI TACÎZA CINSÎ RE RÛBIRÛ MAYE 
 
Kadirzade di 14’ê cotmeha 2021’an de ji aliyê Serwîsa Îstîhbarata Pîraşarê ve hatiye girtin û ew di şert û mercên xerab de tê ragirtin.
 
Kadirzade di dosyeya deng de ku ji aliyê Komeleya Mafê Mirovan a Hengaw ve hatibû parvekirin wiha gotibû: “Ez di girtîgehê de wek rehine têm ragirtin. Di lêpirsînê de îtîrafkariyê li min ferz kirin û ez bi tacîza cinsî ya wezîfedarên ewlehiyê re rûbirû mam.” 
 
NIKARE PARÊZERÊN XWE BIBÎNE 
 
Kadirzade tevî ku 7 meh in girtî ye jî tawanbariya girtina xwe nizane û bi parêzeran re hevdîtin nekiriye. Her wiha hat gotin ku nexweşiyên Kadirzade hene û tedawiya wê jî tê astengkirin.