Wê jin di bin banê atolyeya fîlmên kurt de bicivin

  • jin
  • 09:25 7 Adar 2018
  • |
img

STENBOL - Wê di bin banê Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Fîlmmorê de, atolyeya fîlmên kurt bê lidarxistin. Derhêner Nefîn Dînç û Meryem Yavûz destnîşan kirin ku wê objektîfa jinê tim hilberîne. 

Wê di bin banê Mîhrîcana Fîlmên Jinan a 16'emîn a Fîlmmorê ya Navnetewî de atolyeya fîlmên kurt vê lidarxistin. Wê atolye meh û nîvrkê bidome û serlêdanên dawî di 1'ê Adarê de bûn. Jinên ku di atolyeyê de bixwazin çîroka xwe bikin fîlm wê tevî derhener Nefîn Dînç û Meryem Yavûz bixebitin. 
 
Wê atolye di 10'ê Adarê de dest pê bike û tê payîn kir ku wê bi çîroka beşdarvanan 4 fîlm bên çêkirin. Wê jin li hemberî binpêkirina objektîfa jinan li atolyeyê bên gel hev û hilberînin. Derhêner Nefîn Dînç û Meryem Yavûz têkildarî atolyeyê de agahî dan. 
 
'EM HEWL DIDIN JIN ZIMANÊ XWE BIAFIRÎNIN'
 
Derhêner Nefîn Dînç, got ew der barê sînema û belgefîlman de dixebite. Dînç, têkildarî xebatên ku dê di bin banê atolyeyê de bikin ev tişt gotin: "Em ê di bin banê atolyeyê de 12 sinên sînemager hilbijêrin. Me ji wan çîroka wan a ku dixwazin çawa fîlman bikişînin xwest. Em ê di orta Adarê de dest bi xebatan bikin. Serlêdan temam bûn. Wê perwerdehiya bi qasî meh û nîvekê dewam bikin û em ê 4 fîlmên kurt hilbijêrin. Paşê em ê fîlmên ku hatine hilbijartin, di 1'ê Gulanê de di Mîhrîcana Fîlman a Ûçan Supurgeyê de nîşan bidin."
 
Dînç, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê û cîhanê tenê ne di warê sînemayê de, li her qadê dengê jinan nayê bihîstin û got: "Zimanê jinan tune ye. Çi di warê wêjeyê de, çi di jiyana rojane de, çi di sînemayê de me zimanê xwe çê nekiriye û hîn jî di sînemayê de û di qadên din de zimanê ku mêran afirandiye tê bikaranîn. Ya ku em dikin hewldaneke biçûk e. Lê bi saya atolyeyê em dixwazin jin zimanê xwe biafirînin û tiştên dixwazin vebêjin ragihînin cîhanê, Tirkiyeyê." 
 
'EM Ê LI RIYÊN HILBERANDINÊ BIGERIN'
 
Derhêner Meryem Yavûz jî diyar kir ku 11 sal in ew bi awayekî profesyonel dixebite û ew dixwazin bi saya atolyeyê tevî jinan li riyên hilberandina fîlman bigerin. Yavûz destnîşan kir ku ji bo çêkirina fîlmekî meh û nîvek hindik e, lê belê ew ê hewl bidin di nav vê wextê de bikişînin. Yavûz got: "Em ê meha ewil li ser fîlman bi jinan re biaxivin. Ger di warê teknîkê de kêmasî hebin, em ê wan çareser bikin. Paşê em 15 rojên mayî jî ji bo kişandina fîlman veqetînin. Yanî di destpêkê de wê senaryoyên li ser kaxezê di dest me de bin, lê dema em biqedînin wê 4 fîlmên me yên kurt hebin." Her wiha Yavûz li zanîngehên Bahçeşehîr û Okanê jî wekî hîndekar dixebite û got, ji bo wê cihê hevalên jin cuda ye.
 
MA / Necla Demir