Çetîn a ku rastî îşkenceya kuçikan hatibû nehat tehliyekirin

  • jin
  • 12:54 12 Gulan 2022
  • |
img
WAN - Danişîna Endama Desteya Rêveberiyên Herêmên Demokratîk a HDP'ê Rojbîn Sevîl Çetîn rastî îşkenceya bi kuçik hatibû hat taloqkirin. 
 
Danîşîna duyemîn a doza Endama Herêman Demokratîk a HDP'ê û Hevşaredara Artemêtan a berêRojbîn Sevîl Çetîn ku di dema binçavkirinê de rastî îşkenceya kuçik hatibû hat lidarxistin. Derbarê Çetîn de kar û xebatên Tevgera Jinên Azad (TJA) wek tawanbarî hat nîşandan û li ser vê yekê Çetîn bi "endamtiya rêxistinê" tê darizandin. Çetîn ji Girtîgeha Amedê ya Jinan tev li danişîna li Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ya 2'yemîn hat lidarxistin bû. Tevî malbat û parêzerên Çetîn, aktîvîstên TJA'yê, endamên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî danişînê şopandin. 
 
Di danişinê de Çetîn parastinên xwe yên beriya niha kiribû dubare kir û tehliyekirina xwe xwest. Piştre parêzera wê Ekîn Yeter axivî û xwest ku bi awayekî demildest şahidên veşartî bên dadgehê û guhdarkirin. Heyeta dadgehê jî biryara ji bo şahidên veşartî di rûniştina bê de amade bibin ji Serdozgeriya Mêrdînê re muzakere nivîsandinê da û danişînê taloqî 9'ê hezîranê kir.