Meclîsa Jinan a HDP’ê konferansên xwe yên herêma Ege û Serhedê pêk anîn

  • jin
  • 14:06 13 Gulan 2022
  • |
img

ÎZMÎR/WAN - Meclîsa Jinan a HDP’ê konferansên xwe yên herêma Ege û Serhedê pêk anîn. Parlamentera HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr a li Wanê axivî, bal kişand ser êrişên AKP’ê û PDK’ê û wiha got: “Ev polîtîkayên şer, konsepteke ser tunekirina têkoşîna kurdan a sed salan e. Em ê li dijî van êrişan li her qadê li ber xwe bidin.”

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beriya 4’emîn Konferansa Navendî ya Mezin li herêmên Ege û Serhedê konferansên xwe pêk anîn. 
 
ÎZMÎR 
 
Konferansa Îzmîrê bi dirûşmeya “Em di azadiyê de bi israr in, di têkoşînê de bi biryar in”li avahiya rêxistina HDP’a Îzmîrê hate lidarxistin. Dayika Denîz Poyraz a di 17’ê Hezîrana 2021’an de li avahiya partiyê hatibû qetilkirin, Fehîme Poyraz, hevserokên jin ên herêmê û endamên meclîsê tev li bûn. Konferansa ku wêneyê Denîz Poyraz lê hebû û pankarta “Em ji kujeran hesabê bipirsin, faşîzm wê têk biçe, em ê serbikevin” hate daliqandin, bi hilbijartina dîwanê dest pê kir. 
 
WÊ NEQŞE RÊ BÊ DIYARKIRIN
 
Hevseroka HDP’ê ya Îzmîrê Berna Çelîk destnîşan kir ku konferans di demeke ku gelek êrîş li dijî têkoşîna jinan pêk tên de hatiye lidarxistin û da zanîn ku armanca wan ew e ku di pêvajoya du sal û nîvan de pratîka xwe ya têkoşînê, kêmasiyên xwe û nexşerêya rê ya di pêvajoya pêş de diyar bikin. Çelîk, bi bîr xist ku Denîz Poyraz di vê heyamê de li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hat qetilkirin û wiha got: “Kuştina hevala me Denîz Poyraz em gelekî xemgîn kirin, lê qetlîam negihişt armanca xwe. Vê hevgirtinê hem di warê têkoşîna azadiya jinê ya di vê serdemê de, hem jî têkoşîna ku me bi hêzên ked û demokrasiyê re daye meşandin de gelek tişt hînî me kiriye. Xebatên ku em di pêvajoya pêşiya xwe de jî bikin wê nexşerêya me diyar bike.” 
 
JIN DI TÊKOŞÎNÊ DE BI ISRAR IN
 
Çelîk, bi lêv kir ku jinên li herêmê di têkoşîn û berxwedanê de bi israr in û wiha berdewam kir: “Jinên Egeyî ew in ku li ax, av û kevirê xwe xwedî derketine. Konferansa me ya îro wê li dijî êrişên li hemberî destkeftiyên jinan, têkoşîna piralî esas bigire. Weke ku di dirûşmeya me de jî heye ‘Em di azadiyê de bi israr in, di têkoşînê de bi biryar in’. Di vê têkoşînê de moral û motîvasyona me her tim bilind e. Dê ji niha şun de jî wisa be.”
 
Piştî axaftina Çelîk konferans li çapemeniyê girtî berdewam kir. 
 
WAN 
 
Meclîsa Jinan a HDP’ê, Konferansa Herêmê ya Serhedê jî li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê pêk anî. Konferansa ku ji herêmê gelek delege tev li bûn, bi rêzgirtinê dest pê kir. Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr ku piştî hilbijartina dîwanê axivî, Endama Koma Aştiyê Aysel Dogan a beriya du rojan jiyana xwe ji dest da û Leyla Qasim a beriya 48 salan ji aliyê rejîma Saddam Huseyîn ve hate daliqandin bi bîr anîn. Taşdemîr, diyar kir ku têkoşîna jinên kurd di cîhanê de weke şoreşekê di dîrokê de cih girt û wiha got: “Ez di kesayeta pêşengên têkoşîna me Aysel, Sakîne û Leyla de hemû jinan bi rêzdarî silav dikim. Jinên kurd 40 salin birêxistinkirinê têdikoşin. Şoreşa Rojava ku îro di pêşengtiya jinan de derket holê mînaka herî mezin e.”
 
AKP-MHP DIJMINÊN JINAN E
 
Taşdemîr, bi lêv kir ku di encama polîtîkayên desthilata AKP’ê û MHP’ê jin li welat bi êrişên faşîst re rûbirû dimînin û wiha berdewam kir: “Desthilata AKP’ê û MHP’ê polîtîkayên ku dijminên jinan e bi rê ve dibin. Di hemû qadan de êrişên desthilatê yê li dijî rêxistinkirina me ya jinê û paritya me berdewam dikin. Di encama van êrişan de bi sedan hevalên me yên jin di girtîgehan de tên girtin. Lê rêhevalên me yên jin weke ku her qadê li dijî polîtîkayên faşîst ên desthilata AKP’ê û MHP’ê li eywanen dadgehan vê hişmendiyê didarizînin.”
 
‘EM LI DIJÎ ÊRIŞAN LI HER QADÊ LI BER XWE BIDIN’
 
Taşdemîr, destnîşan kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan ji girtîgehan belavî herderê bûye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê li dijî van polîtîkayên zext, tecrîd û qedexeker, piştevaniyê bilind bikin û têkoşîna xwe ya bi jinan re berdewam bikin. Dîsa AKP, bi hevkariya PDK’ê li ser xeta sînor şerekî dimeşîne. Ev polîtîkayên şer li dijî têkoşîna kurdan a sed salan konsepteke şer e. Em jî dê li dijî van êrişan li her qadê li ber xwe bidin.”
 
Piştî axaftina Taşdemîr, konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.