Kujerê Sakîne Kultur hate girtin

  • jin
  • 21:25 15 Gulan 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Kujerê Sakîne Kultur a li navçeya Silopiyayê bi îşkenceyê hate qetilkirin, Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin hate girtin
 
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, jina bi navê Sakîne Kultur bi îşkenceyê hatibû kuştin û cenazeyê wê danîbûn qerexê rê. Di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê kuştina Kultur de hatibû vekirin de Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin, Yûnûs Kultur û Haci Kultur hatibûn binçavkirin. Her sê kesên ku sewqî edliyeyê hatibûn kirin, piştî kirariyên dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 
 
Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin ê derket pêşberî dadgerî îtîraf kir ku Sakîne Kultur bi îşkenceyê qetil kiriye. Kujerê Kulturê Îbrahîm Barkin, hate girtin û şandin girtîgehê. 
Yûnûs Kultur û Haci Kultur jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.