Bijîşk Şeyma Bîran di mûayenexaneya xwe de hate qetilkirin

  • jin
  • 11:16 21 Gulan 2022
  • |
img
STENBOL - Li navçeya Kadikoyê bijîşka diranan Şeyma Bîran, di mûayenexaneya xwe de ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hate qetilkirin. 
 
Li navçeya Kadikoy a Stenbolê bijîşka diranan Şeyma Biran (64) di mûayenexaneya xwe de ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hate qetilkirin. Di bûyera saetên şev pêk hatiye de, xizmên Şeyma Bîran ên jê agahî negirtin rewş ji polîsan re ragihand. Polîsên ku hatin mûayenexaneya Bîran a li Kadikoyê li vir bi cenazeyê Bîran re rûbirû man. Cenazeyê Bîran rakirin morga Saziya Tiba Edlî (ATK). Hate diyarkirin ku ji bo faîl bên dîtin xebat hatiye destpêkirin.