Jinan li Efrînê di bin bombeyan de dirûşmeya 'Jin jiyan azadî' berz dikin'

  • jin
  • 12:49 8 Adar 2018
  • |
img
EFRÎN - Bi hezaran jinên di mîtînga 8'ê Adarê ya Roja Jinan a Cîhanê li Parka Newrozê kom bûn, bi dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî berxwedana Efrinê" bersîv dan êrîşên bombeyan ên Tirkiye. 
 
Bi hezaran jinên ku 2 roj bearê ji Şengal, Misir, Lubnan, Şam, Heleb, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, Sûriyeya Bakur, hatin Efrînê, li Qada Newrozê tev li mîtînga 8'ê Adarê bûn. Bi hezaran jin, di bin bombebarana Tirkiye de li Qada Newrozê kom bûn û bi dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî" û "Bijî Berxwedana Efrinê" êrîşên Tirkiye şermezar kirin. Jinên ku bi meşê hatin qada Newrozê posterê rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, şervanên jin û xort ên di şerê li Efrînê de jiyana xwe ji dest dan û wêneyê Sakine Cansiz, Arin Mirkan, Avesta Xabur rakirin û meşiyan. Girse hat li ber Nexweşxaneya Dersimê rawestiyan.  Jinan li qada mîtîngê dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" û "Bijî Berxwedana Efrinê" berz dikin û bersîv da topbaran û bombebarana Tirkiye. 
 
Di mîtingê de Hevseroka Meclîsa Federasyona Bakurê Sûriye Hediye Yusuf, diyar kir ku li Efrînê 48 rojin berxwedanek dîrokî heye û wiha got: "Jin pêşengiya berxwedan û raperînê dikin. 8'ê Adarê roja berxwedan û raperina jinê ye. Em pêşengê têkoşîna azadiya jinê ne."
 
Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Efrînê Murşide Reşît jî diyar kir ku di şexsê Avesta â Barin de jinên Efrînê pêşengiya têkoşînê dikin. Reşit wiha got: "Ji niha de em bi ser ketine. Em ji bo hemû jinên cîhanê bûn heviya azadiyê." 
 
Di mîtîngê de dengê tang, top û balafiran kêm nebû. Di mîtîngê de bê navber dirûşmeyên "Bijî berxwedana Efrinê" berz kirin. Mîting bi axaftinan bi dawî bû. 
 
 
MA / Nazım Daştan - Selami Aslan