Konca li Wanê got: Me DAIŞ’ê têk bir, em ê OHAL’ê jî têk bibin

  • jin
  • 16:38 8 Adar 2018
  • |
img

WAN – Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Konca di mitînga 8’ê Adarê ya li Wanê de axivî û got: “Me çawa li Rojava DAIŞ’ê têk bir, elbet em ê li vir OHAL’ê jî têk bibin.” 

Li Wanê bi pêşengiya Platforma Jinan a Axtamara ya Wanê bi hezaran jin beşdarî mitînga 8’ê Adara Roja Jinan a Cîhanê bûn. Mitîng bi axaftina Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Konca û Hevseroka Giştî ya KESK’ê Aysun Gezen û şahiya muzîkê bi dawî bû. 
 
Piştî strandina Koma Arjîn, peyama Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hat xwendin. 
 
‘BERXWEDANA JINÊ DÊ BIBE DAWIYA AKP’Ê’ 
 
Hevseroka Giştî ya KESK’ê Aysun Gezen jî axivî û diyar kir ku di Rewşa Awarte de tu kes nikare mafê xwe biparêze lê bi deh hezaran jin li qadan in û herikîna jinan a qadan girîng e. Gezen dê bi bîr û bawerî û berxwedana jinan AKP têk biçe û li her deverê wê jin bi ser bikevin. Gezen got ku AKP’ê Tirkiyeyê ber bi şerek qirêj ve biriye û tu şansê AKP’ê ji bilî şer nemaye. 
 
Piştî axaftina Gezen, dengbêjên jin derketin ser dike û kilaman gotin. 
 
‘DI ŞEXSÊ DAYIKA SÎSÊ DE ŞERMEK MEZIN DIQEWIME’ 
 
Herî dawî di mitîngê de Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Konca axivî û destnîşan kir ku êdî tu kes nikare vîn û têkoşîna jinan tune bihesibîne û wiha axivî: “Niha bi hezaran jin di girtîgehan de ne. Ji ber ku wan serî li ber rejîma qesrê netewand hatin girtin. Li gel ku Dayika Sîsê 74 salî ne jî di girtîgehê de ye. Îro di şexsê Dayika Sîsê de şermek mezin diqewime. Ev bê rûmtiye. Em vê yekê şermezar dikin. Em qebûl nakin ku dayika Sîsê ya nexweş girtî be.
 
'JIN SITÛNA JIYAN Û AZADIYÊ NE’ 
 
Bi hezar salan e keda jinan tê xwarin. Ji bo me dibêjin ‘Jin dîrekê malê ye.’ Em jî dibêjin jin sitûna jiyan, demokasî, azadî û atşiyê ne. Em kedkarên berxwedêr ên sedsala 21’an in. Em ji bo Tirkiyek demokratîk û azad têkoşîn didin. Ji bo vê yekê rola jinan girîng e. Yê ku demokrasî û bawerî û vîna gelan esas nagire AKP ye. Ev dethilata taciz û tecawizê ye. Jin bi li qada siyaî bi tasfiyekirinê re hevrû mane. 
 
'FERQA AKP’Ê JI ESAD NÎNE’ 
 
Dema îro em li Tirkiyeyê dinêrin tu ferqa wan ji rejîma Esad nîne. Yên li Efrîn, Şengal û Kobanê hatin kuştin ne jin bûn? Ez bang li hemû jinan dikim, heta em hev negirin û têkoşîn nekin dê kuştin û tundî jî xelas nebe. Îro li her deverê li dijî jinan pêkanînên dijminahî pêk tên. Siyast jî kirine amûra van pêkanînên dijminahiyê. 
 
'ME DAIŞ’Ê TÊK BIR, EM Ê OHAL’Ê JÎ TÊK BIBIN’ 
 
Li Rojava di şexsê jinan de şoreşek mezin pêk hat. Em ê ji her kesî re behsa wê şoreş û têkoşînê bikin. Em ê her deverê azad bikin û birêxistin bikin. Em bi xwe û têkoşîna xwe bawerin. Me li Rojava DAIŞ’ê têk bir, elbet em ê li vir jî OHAL’ê têk bibin. Li dijî zextan em ê bi ser bikevin.” 
 
Piştî axaftina Konca, hunermendên herêmî derketin ser dike strîn û mitîng bi gerandina govendê bi dawî bû.