Jinên HDP’yî xwe ji kongreyê re amade dikin: Em ji bo avakirina nû tên

  • jin
  • 09:02 29 Gulan 2022
  • |
img
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran bi lêv kir ku ew bi armanca “azadbûnê” xwe ji serdema nû re amade dikin û wiha got: “Jin wê dawiya vê desthilatdariyê bînin û wê jin ya nû jî ava bikin.”
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), 4’emîn Konferansa Jinan a Asayî di 21-22’yê Gulanê de li Enqereyê bi tev li bûna 300 delegeyan li dar xist. Polîtîkayên şer ên hikûmetê û rê û rêbazên têkoşînê yên li ser tiştên li welat diqewimin hatin nîqaşkirin û hin biryar hatin girtin. Jinên HDP'yî, mîna ku di konferansê de jî derket holê bi biryardariya “em ê mezin bi ser bikevin”, diçin 5’emîn Kongreya Mezin a Asayî ku wê di 3'ê Tîrmehê de bê lidarxistin. 
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, biryarên hatin wergirtin û planên têkildarî serdema nû ji ajansa me re nirxandin. 
 
XETA TÊKOŞÎNEKE NÛ
 
Başaran, destnîşan kir ku wan konferansa xwe di demeke ku şer û dagirkerî bi rengê herî kûr pêk tê, êrîşên li dijî jinê gihaştine asta qirkirinê, li dijî partiya wan dozên komployê û nîqaşên girtinê hebûn de pêk anîn û got: “'Di van konferansan de me careke dî dît ku êrîş bi vîna gelan ketin û vegeriyan. Perspektîfa biryardariyê, cihgirtina li nava têkoşînê û birêxistinkirina nû, xwe nîşan da.”
 
Başaran, diyar kir ku wan kêmasiyên ku di têkoşîna jinê de jiyane û hişmendiya serweriya zilam a di nav partiyê de nîqaş kirine û wiha berdewam kir: “Me nîqaş kir bê ka rexne û xwerexnekirin li kû derê zêde ye, me çi nîvco hiştiye û divê em çawa temam bikin. Me nîqaş kir ku di dema pêş de tabloyeke çawa û atmosferek li benda me ne û li dijî vê çawa têbikoşin. Di roja destpêkê ya konferansê de me gelek nîqaş li ser pêvajoyên siyasî, şer, bandorên wê, helwest û armancên hêzên navneteweyî ji eniya jinê heta cîhanê, Rojhilata Navîn û têkoşîna jinê ya li cîhanê kir. Me nîqaşên pêvajoya siyasî ya kûr û bi kalîte meşandin ku AKP û MHP di nava 7 salên dawî de hewl didin çi ava bikin û bi çi rengî ber bi kîjan beşan ve çûn.” 
 
ARMANCA RÊYA SÊYEMÎN
 
Başaran, bi lêv kir ku di beşa konferansê ya duyemîn de wan astengî û nêzîkatiyên li pêşiya pêşketina rêxistiniya jinê nîqaş kirine û got: “Me li ser rêxistinkirina xwe, li dijî êrîşên sîstematîk ên li ser destkeftiyên me, em çendî bibin bersiv, em çendî dikarin rêxistiniyê bikin, li dijî pergala zilamserwer me têkoşîn çendî geş kiriye nîqaş kir. Serdestiya mêr ne tenê konsepteke li ser desthilatdariyê ye. Ji ber ku em avaniyeke tevlihev in, em jî di nav de ne, me nîqaş kir bê ka me çi qasî têkoşîn bi vê re kiriye, me biryarên konferansê yên ku me standine û me çi qasî bi cih anîne yan na.” 
 
Başaran, dazanîn ku civak di bin êrişên piralî yên bi mîlîtarîzma bi rêya çapemeniyê tê bilindkirin û zilamtiya tê provokekirin re rûbirû ye û wiha berdewam kir: “Em bi rêbazên ku em dikarin weke polîtîkaya şerê taybet şîrove bikin re rû bi rû ne. Em bi gelek êrîşên ku jinên ciwan ên kurd hedef digirin re rû bi rû ne. Tenê ji bo ku em bibin xwedî destkeftiyan em vê têr nabînin. Divê em mezin bikin, pêş bixin û bi pêş ve bibin. Em ne tenê li dijî zîhniyeta bi serdestiya mêr şer dikin. Armanceke me ya rêya sêyemîn heye. Rêya sêyem jî ew e ku li dijî vê rejîma yek aqil, zilam-serwer, olperest, pergala ekolojîk, azadparêziya jinê, wekheviya gelan û baweriyan e. Em jî armanc dikin ku pêşengiyê ji rêya sêyem re bikin ku bingeha wê ji aliyê HDP'ê ve hatiye avakirin. Li dijî desthilatdariya ku hewl dide me bifetisîne, me perspektîfa ku jinên kurd, femînîst, çep-sosyalîst, şoreşger, elewî, ermenî, asûrî, ereb û tirkiyeyî bêhtir bi berfirehî cihê xwe di nava partiyê de bigirin, esas girtin.”
 
JINÊN DI GIRTÎGEHAN DE NEHATIN JIBÎRKIRIN
 
Başaran, anî ziman ku têkildarî jinên li girtîgehê tên girtin jî di serdema nû de bi îdiaya perspektîfa têkoşîneke bi bandor ketine rê û wiha pê de çû: “Niha bi dehan sedan jinên hevalên me ji ber têkoşîna jinê meşandin, pêşengtiya civakê kirin di girtîgehan de tên ragirtin. Tecrîda ku li ser Birêz Ocalan hatiye destpêkirin û îro weke şêwazeke rêveberiyê ye, bi rêya girtîgehan li civakê belav bûye. Meseleya ku polîtîkayên dijminatiyê herî zêde lê tê dîtin meseleya girtiyên nexweş e. Di kesayeta Aysel Tûglûk de di raya giştî de hestiyariyek çêbibe jî her roj ji girtîgehan cenaze derdikevin. Me weke jinan li dijî vê têkoşîneke xurt meşandin. Em ê bi têkoşîna jinan girtîgehan azad bikin.”
 
JI BO AKADEMIYÊN SIYASETÊ AMADEKARIYEN LIJNEYÊ TÊN KIRIN
 
Başaran, bal kişand ku Akademiyên Siyasetê yên Jinan ku biryara avakirina wan hate girtin armanc dikin ku bi perspektîfa jinê siyasetê ava bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “HDP xwedî perspektîfeke ku di siyasetê de roja pêşengiyê dide jinê. Ji bo ku jin di siyasatê de zêdetir aktîf bibin em planên xebateke akademîk ku bi biguherînin û veguherînin dikin. Em ê piştî kongreyê Lijneya Amadekariyê ava bikin. Em ê di nava 6 mehan de rêveberiyê ava bikin û pişt re bi awayekî bênavber bidomînin. Hewcehiya me hemûyan bi van akademiyan heye.”
 
BIRYARDARIYA TÊKOŞÎNA BI ŞERÊ TAYBET RE
 
Başaran, têkildarî têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet jî wiha got: “Li cihên ku şer hene hedefe ewil jin in. Piştî ku şer dest pê kir teşhîrkirina laşê Ekîn Wan, hedefgirtina Îper Er û Gulîstan Dokû ne tesaduf bûn. Di kesayeta jinê de civak teslîm tê girtin. Li dijî jinên ciwan ên kurd rêbazên şerê taybet tê bikaranîn. Di kesayeta jinan de li dijî civakê polîtîkayeke paş ve gav avêtinê, bîat kirinê, ji xwebûna xwe dûr ketinê tê meşandin. Her çendî hewl were dayin ku destkeftiyên me werin xespkirin qadên me werin tengkirin û pêşî li lêgerîna me ya azadiyê were astengkirin jî, jin bi salên dirêj dev ji têkoşîna xwe bernedane û dev jê bernade. AKP û MHP bi şerê li dijî jinan hewl dide li ser piyan bisekinin. Lê em ve bi awayekî zelal dibêjin. Wê dawiya vê desthilatê jin bînin û wê ya nû jî jin ava bikin. Ev kongre wê xwe bi hêztir bike û em ê wek jin peyama ‘em li vir in, mezin dibin, fireh dibin’ bidin kesên ku hewl didin HDP’ê biqewirînin. HDP fikreke ku li Tirkiye û Kurdistanê li ser hemû qalibên civakê hatiye birêxistinkirin e û tu hêz wê nikaribe vê biguherîne. Jin pêşengtiya vê dikin.”
 
Başaran herî dawî bang li hemû jinan kirin ku di nava HDP’ê de têbikoşin û got: “Werin em jiyana azad bi hev re ava bikin.”
 
MA / Bêrîvan Altan