Hejmara jinên li Êlihê hatine binçavkirin derket 15'an

  • jin
  • 13:40 31 Gulan 2022
  • |
img
ÊLIH - Hejmara jinên li Êlihê hatine binçavkirin ku di nav de gelek siyasetmedar û aktîvîstên TJA'yê hene derket 15'an.
 
Hejmara jinên li Êlihê di saetên serê sibê de bi serdegirtina malan de hatine binçavkirin zêde bû. Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Êlihê daye destpêkirin de, polîsan li navend û gelek navçeyên Êlihê bi ser malan de girtin û gelek siyasetmedar û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî di nav de 15 jin binçav kirin. 
 
Hat zanîn ku polîsan di dema têketina malan de derî şikandine û di dema lêgerînê de tiştên malê belav kirine. 
 
Navên jinên ku bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" hatine binçavkirin wiha ne: "Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz, Hevşaredara Kaniya Henê Gulistan Sonuk, Hevşaredara Hezoyê Nazîme Avci, Hevseroka HDP’a Êlihê ya Berê Fatma Ablay, Endama Meclîsa Giştî ya Bajêr Semra Guneş, Hevseroka HDP’a Navçeya Navendî Gurbet Dogan, aktîvîstên TJA’yê Gurbet Bozyîgît, Halîde Keser, Gulnur Delî, Zeynep Odûncû, Rûken Zeryam Işik, Şukran Çelebî, Nûran Altan û hunermenda kurd Sevda Adirbelî."
 
15 jinên ku hatine binçavkirin li Miduriyeta Polîsan ya Êlihê tên ragirtin.