DAKAP: Demildest jinên hatine binçavkirin berdin

  • jin
  • 20:04 1 Hezîran 2022
  • |
img
 
AMED – DAKAP’ê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî bbinçavkirina siyasetmedarên ên li Êlihê hatibûn binçavkirin da û xwest demildest jinên hatine binçavkirin bên berdan. 
 
Platforma Jinan a Amed Dicleyê (DAKAP) derbarê 15 jinên ku li Elihê hatibûn binçavkirin de li Parka Xezalê ya li semta Ofisê ya Yenîşehîr a Amedê daxuyanî da. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosûn, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Jinan a Rosayê û Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser “Li hemberî tundiya zilaman, em dev ji têkoşînê bernadin” nivîsandî hat hilgirtin.
 
Di daxuyaniyê de ewilî Parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn axivî. Tosûn têkildarî 15 jinên ku li Elihê hatibûn binçavkirin de bi lêv kir ku ew binçavkirin dijmintiya AKP-MHP'ê ya li hemberî jinan e. Tosûn destnîşan kir ku tevî zext û tundiyan jî jin li qadan têkoşîna xwe didomînin û got: “Hevalên me yên ku hatine binçavkirin bila demildest bên berdan. Hevalên me tu carî di rêya şaş de neçûne. Lê ji ber ku desthilatdar dizane ku heke kar û xebatên jinan bi ser bikevin dê tu zilm nikaribe li ber sekna jinan bisekine. Lê em jî li vir dibêjin; hûn çi dikin bikin dê jin gavekê jî paş de neavêjin.”
 
‘SEDEMA ÊRIŞAN TIRSA TÊKOŞÎNA JINAN E’
 
Piştî Tosûn Sekretara Jinên Haber- Sen ya Şaxa 3’emin a Amedê Esra Ademhan daxuyanî xwend. Ademhan bibîr xist ku duh li Elihê rêvebirên partiyê û rêvbirên komeleyan jî di nav de 15 jin hatine binçavkirin. Ademhan diyar kir ku di dema binçavkirinê de polîsan derî şikandine û di warê derûnî de tahde li jinan kirine. Ademhan anî ziman ku desthiladar di demênn dawî de zext û çewisandinên xwe zêde kirine û got: “Desthilatdar jinên ku di nav xebatên demokratik de ne dike hedef. Sedema van êrişên ew e ku desthilatdar ji jinan ditirse. Ji ber ku jin her tim li hemberî zilma desthilatdar têdikoşin.”
 
ŞERÊ TAYBET 
 
Ademhan di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku desthilatdar li aliyekî bi polîtîkayên bêcezakirin qetilkirina jinan rewa dike û li aliyê din jî êrişen li ser jinan bi awayekî berfireh didomîne. Ademhan bal kişand ser konser û werzîşa jinan ku hatibûn qedexekirin û got: “Nahêlin jin li parkan yoga bikin, kincên jinan dikin hincet û konserên wan qedexe dikin. Bi girtinê jinan ji siyasetê dûr dixin. Li hemberî jinan şerekî taybet tê meşandin.”
 
TÊKOŞÎN
 
Di dawiya axaftina xwe de Ademhan destnîşan kir ku desthilatdar dixwaze ku destkeftiyên jinan binpê bike û got: “Desthilatdar li her derî welat hewl dide ku jinên têkoşer binçav bike û bigire û bi çewisandinê çavtirsandî bike. Em jin li vir careke din bang dikin û dibêjin ku em jin naxwazin di bin siya şer de bijîn, em ne hişmendiya desthilatdar a faşîst û nijadberest, ne jî ferzkirina vê hişmendiyê li ser civakê qebûl nakin. Em tevî van politikayên desthilatdarê jî, di azadî, aştî û edaletê de bi israr in. Ji bo pêşeroja xwe, ji bo keda xwe û ji bo em bikaribin xwedî li aştî û demokrasiyê derkevin em bang li hemû civakê dikin ku em bi hev re têbikoşin û têkoşîna xwe mezin bikin.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmaya “Jin Jîyan Azadî” bi dawî bû.