Dadgehê 'KADES'a Bêkurdî' ya Soylû betal kir

  • jin
  • 11:20 2 Hezîran 2022
  • |
img
AMED - Dadgeha Îdareyê, biryara Wezareta Karên Hundir a ji bo nebûna kurdî ya li KADES'ê betal kir. Li ser vê beriya ku dadgeh biryara xwe aşkera bike Wezareta Karên Hundir kurdî li KADES'ê zêde kir. 
 
Wezareta Karên Hundir, di 7'ê adara 2021'an de ji bo ragihandin û astengkirina tundiya li dijî zarok û jinan Pergala Îxbarê ya Alîkariya Lezgîn a Jinan (KADES) a mobîl ava kir. Wezaretê di KADES'ê de rexmî ku cih da tirkî, erebî, farisî, îngilîzî, rûsî û fransî cih neda kurdî. Li ser vê parêzerên endamên Navenda Mafê Jinan û Komîsyona Zimanê Kurdî yên Baroya Amedê, di 31'ê adara 2021'an de serî li wezaretê dan û xwestin ku cih bide kurdî jî. Ji ber ku wezaretê di nav 60 rojan de bersiv neda wan parêzeran bi daxwaza betalkirina biryarê serî li 15'emîn Dadgeha Îdareyê ya Enqerê da. 
 
JI BO ÎNKARKIRINA KURDÎ PENABER KIR HINCET
 
Li ser vê dadgehê derbarê mijarê de ji wezaretê parastin xwest. Wezaretê jî angaşt kir ku ji bo penaberan cih dane zimanê ji bilî tirkî û daxwaz kir ku doza ji bo kurdî bê redkirin û mesrefa dozê jî ji aliyê parêzeran ve bê razandin. Dadgehê, vê parastina wezaretê qebûl nekir û biryara ku ji aliyê wezaretê ve hatiye dayîn betal kir û ji wezaretê xwest ku ji bo welatiyên kurd ên Tirkiyeyê kurdî li KADES'ê bê zêdekirin. 
 
BÊYÎ KU BIRYARÊ JÊ RE BÊ RAGIHANDIN CIH DA KURDÎ
 
Piştî ku ev biryar hat dayîn beyî ku biryar jê re bê ragihandin wezaretê kurdî jÎ li KADES'ê zêde kir. 
 
'BIRYAR GIRÎNG E'
 
Parêzera Endama Komîsyona Zimanê Kurdî yên Baroya Amedê Elîf Bîrîklî, derbarê biryara ku hatiye dayîn de axivî û kêfxweşiya xwe anî ziman. Bîrîklî, diyar kir ku biryara hatiye dayîn ji bo wan gelek girîng e.