Piştî biryara Peymana Stenbolê 495 jin hatin qetilkirin

  • jin
  • 16:10 7 Hezîran 2022
  • |
img
ENQERE - Jinên ku Peymana Stenbolê parastin, diyarkirin ku piştî biryara vekişînê 495 jin hatine qetilkirin, wiha gotin: “Rojeke dîrokî ye û berpirsyariyeke dîrokî ye. Biryareke di navbera mafê jiyanê yê 42 milyonan û mirinê de ye. Wê bibe biryareke di navbera mafê jiyanê yê jinan û biryara yek zilamî.”
 
Danişîna koma duyemîn a serlêdanên têkildarî nêzî 200 dozan ku li dijî biryara vekişînê ya 20’ê Adara 2021’an a li dijî Peymana Stenbolê ya bi îmzeya Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan li Şûraya Dewletê dest pê kiribû, didome. Di danişînê de li ser navê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) parêzer Sîpan Cîzrelî mafê axaftinê girt. 
 
Parêzer Cîzrelî diyar kir ku biryara vekişîna peymanê nas nakin û peyman ne tenê di demên aştiyê de, di serdemên şerê çekdarî û piştî wê jî de tundiyê qedexe dike. 
 
Li ser navê Baroya Aksarayê jî parêzer Şenal Sarihan jî bal kişand ser şandeya dadgehê û got: “Li eywanê bi sedan jin rûniştine lê di nava şandeyê de jinek tenê heye. Ev jî nîşaneya newekheviyê ye.”
 
‘EM DIXWAZIN BÊJIN DARAZ SERBIXWE YE’
 
Li ser navê Baroya Kirklareliyê jî parêzer Oylûm Yaman axivî û wiha got: “Li Tirkiyeyeke ku erkên Peymana Stenbolê bi cih werin anîn, 162 jin nayên kuştin. Em vê dizanin. Em dixwazin bêjin, ‘daraz serbixwe ye’.”
 
Serokwekîlê Koma CHP’ê Ozgur Ozel jî têkildarî serlêdana kesayetî axivî. Dû re Seroka Giştî ya Baskên Jinan a CHP’ê Aylîn Nazliaka axivî û da zanîn ku piştî vekişîna biryarê telefonên ku li navenda bangê ya CHP’ê ya têkildarî jinan tên kirin zêde bûne.
 
BARO: EM DESTA JÊ BERNADIN 
 
Pişt re li ser navên Baroyên Denîzlî, Çanakkale, Artvîn, Tokat û Qersê parêzeran mafê axaftinê girtin. Parêzeran xwest ku hewldana makeqanûnê bi awayekî fîîlî ji holê radike bê betalkirin û anîn ziman ku desta ji peymanê bernadin. 
 
PARTIYA ÇEP: 495 JIN HATIN QETILKIRIN
 
Li ser navê Partiya Çepê jî parêzer Gîzem Ozdem axivî. Ozdem, bi lêv kir ku li ser navê LGBTÎ+’yên her roj tundî li wan tê kirin mafê axaftinê girtiye û bi bîr xist ku piştî ji vekişîna peymanê 495 jin hatine qetilkirin. 
 
Parêzer Selîn Nakipoglû jî xala armanca Peymana Stenbolê xwend û parastin kir.