Buldan bang li şandeya Şûreya Dewletê kir: Bila her kes weke dadgerên xwedî wijdan behsa we bike

  • jin
  • 16:55 7 Hezîran 2022
  • |
img
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di danişîna betalkirina vekişîna Peymana Stenbolê de li ser navê HDP’ê parastin kir û wiha got: “Heta ku peyman bi rêk û pêk tê bicihanîn em ê têkoşîna xwe bidomînin. Wijdana Tirkiyeyê wisa mohr bikin ku di pêşerojê de hemû kes weke dadgerên xwedî wijdan qala we bike.” 
 
Li ser biryara Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, Tirkiye di 20’ê adara 2021’an de xwe ji Peymana Stenbolê vekişand. Li dijî vê biryarê jî 200 doz hatibûn vekirin û danişîna koma duyemîn a dozan li Dadgeha Bilind dest pê kir. Şandeya Daîreya 10’emîn a Dadgeha Bilind li dozan dinihêre û danişîn li Eywana Konferansan a Dadgeha Bilind tên dîtin. 
 
Li gel Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, her wiha gelek parlamenterên Partiya Gel a Komarê (CHP) jî beşdarî danişînê bûn. Ji çar aliyên Tirkiyeyê bi sedan jin beşdarî danişînê bûn û eywan tije kiribûn. 
 
BULDAN LI SER NAVÊ HDP’Ê PARASTIN KIR 
 
Li ser navê HDP’ê, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan parastin kir. Buldan got ku dê li ser navê hemû jinan biaxive û wiha got:
 
“Navê min Pervîn Buldan e. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê me û peywira min Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê ye. Ne tenê li ser navê jinên HDP’î lê li ser navê hemû jin û LGBTÎ+’yên li Tirkiyeyê dijîn li vê derê me. Lewma parastina ku ez dikim, li ser navê hemû jinan e. 
 
Tundiya li ser jinan, yek ji encamên pergala mêrê serdest e. Her wiha amûreke domandina vê pergalê ye. Hinek welatan bi saya polîtîkayên rasteqîn û yên çareseriyan pêş dixin, heta astekî karîn pêşî li ber tundiya ser jinan bigirin. Di encama têkoşîna rêxistin û saziyên jinan ên li welatê me, di sala 2011’an de Peymana Stenbolê hate îmzekirin û di sala 2014’an de kete meriyetê. Lê belê li ser biryara Serokkomar a di 21’ê adara 2021’an de, hate betalkirin. Armanca vê peymanê jî ew bû ku pêşî li ber tundiya ser jinan bigirin. 
 
DOZA OPUZ BI BÎR ANÎN 
 
Di esasê xwe de ya ku Tirkiye ber bi îmzekirina vê peymanê ve birî, biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya di sala 2002’yan de derheqê Nahîde Opuz de dayî bû. Dixwazim bi taybet jî balê bikişînim ser vê biryarê. Ji ber ku rê li ber geşedanên girîng vekir û ji ber hinek hûrgiliyên di biryarê de, biryareke gelek girîng e. DMME’yê di Doza Opuz de bi sedema ku mafê jiyanê yê Opuz neparastiye, mehkûm kir. Di dîrokê de cara ewil bû ku DMME’yê bi sedema ku jinek di tundiya nava malê de rastî cihêkariyê hatiye, dewletek mehkûm kir. DMME’yê cara ewil di vê mijarê de mehkûmiyetek da. Bi sedema ku Tirkiye li gorî peymanên navneteweyî yên ku îmzekirine tevnagere, vê biryarê di asta Konseya Ewropayê (KE) û Neteweyên Yekbûyî (NY) de rewşa Tirkiyeyê pir neyînî nîşan da. Her wiha vê rewşê kir ku Tirkiye ber bi amadekariyên qanûna ji bo pêşîlêgirtina tundiya nava malê ya di sala 2012’an de ketiye meriyetê ve bir. 
 
SERKEFTINA TÊKOŞÎNA JINAN 
 
Peymana Stenbolê, encama têkoşîna dûvdirêj a jinan e û rêyên têkoşîna li dijî tundiya mêran gav bi gav ava kir. Her çend ku desthiltdariya AKP’ê dema ku di sala 2011’an de ev peyman hatiye îmzekirin weke destkeftiyeke xwe nîşan dabe jî, di esasê xwe de serkeftina têkoşîna jinan e ku ev têkoşîna ji dîroka damezirandina komarê jî kevintir e. Ev peyman, di serî de rêxistinên jinan, di dîrokê de weke serkeftina têkoşîna kesên bi salan li dijî tundiya zilaman têkoşiyan hate nivîsandin. 
 
NEXŞERÊYEKE NÛWAZE YE
 
Peymana Stenbolê, ji bo pêşîlêgirtina her cureyên tundiyê yên li dijî jinan, destpêkirina teqîbatên derheqê kesên tundiyê li jinan dikin, darizandin û cezakirina wan bi baldarî hatiye amadekirin. Anku ev peyman, ji bo bidawîkirina tundiya zilaman a li ser jinan, nexşerêyeke nûwaze ye. Di serdemeke ku tundiya li ser jinan herî dijwar de hate îmzekirin. Armanca wê, parastina mafên jiyan, îstîhdam û vehewînê yê jinan, zarokan û LGBTİ+’yan bû. Gav bi gav vedibêje bê ka li dijî tundiyê dê têkoşîn çawa bi rêk û pêk bê dayîn. Balê dikişîne ser aliyên aborî û derûniyê yên tundiyê. Ji bo ku were fêmkirin ku tundiya li ser jinan a hem li qada cemaweriyê û hem jî li qadên taybet binpêkirineke maf e, balê dikişîne ser. Li gel tundiya fîzîkî û zayendî, her wiha hemû cureyên çalakî, zext û tundiyê yên êş pê didin kişandin jî weke sûc tên hesibandin. 
 
BERPIRSYARTIYÊN WÊ YÊN DEWLETÊ NE 
 
Her wiha cara ewile e ku peymaneke navneteweyî pênaseya zayenda civakî dike û bi taybet jî destnîşan dike ku aliyê ku dixwaze li dijî tundiyê têbikoşe, nikare xwe li pişt paravana zayenda civakî ya dewletê veşêre. Berpirsyartiyên ku peymanê bi xwe re anîne ewqas girîng in ku; heta di dema rewşên pevçûnên çekdarî de jî derbasdar in û dewletên ku aliyê peymanê divê van berpirsyartiyan mîsoger bikin. Berpirsyartiyên peymanê ji ewil li stûyê peywirdarên dewletê ne. Lewma jî kesên li ser navê dewletê hatine peywirdarkirin, neçarin ku van berpirsyartiyan pêk bînin. 
 
Peyman, li endamên peymanê ferz dike ku li dijî her cureyên tundiyê û cihêkariyê divê ‘qanûn û tevdîrên din’ bigirin. Her wiha tê xwestin ku çalakiyên rê li ber bihêzbûna jinan vedikin bêhtir bên kirin. Bi peymanê re, li endamên peymanê ferz dike ku di mijarên qanûnên bingehîn ên neteweyan û di muwzûatên din de rêgeza wekheviya jin û mêran esas bê girtin, cihêkariya li dijî jinan bê qedexekirin û qanûnên li dijî jinan jî ji qanûnan bingehîn bên derxistin. 
 
KOMKUJIYA FATMA ALTINMAKAS 
 
Her wiha yek ji qeydên peymanê ew e ku kesek li gorî ol, ziman, nîjad û cudahiyên xwe yên din neyên mexdûrkirin. Mixabin ku me di Doza Fatma Altinmakas de girîngiya vê xalê bêhtir fêm kir. Fatma, ji hêla mêrê ku pê re zewicî ve hate qetilkirin û ji ber ku bi zimanê tirkî nedizanî, nekarî li qereqola cendirmeyan xwe îfade bike. Li Tirkiyeyê bi milyonan jin hene ku bi tirkî nizanin. Bi taybet jî nîjadperestiya ku di van demên dawî de bi taybet jî li saziyên cemaweriyê û di nava civakê de tê pêşxistin, dibe sedema mirina jinên ku bi tirkî nizanin. Di demeke ku ewqas koçberî ber bi welat ve heye û bandora şer a li ser jinan dinihêre, dibîne ku berpirsyartiya ku Peymana Stenbolê li dewletê bar dike, berpirsyartiyeke jiyanî ye. 
 
TESPÎTA GREVIO YA JI BO TIRKIYEYÊ
 
Peymana Stenbolê li hemû dewletên endamên peymanê ferz dike ku ji bo jinên rastî tundiyê hatine bûdçeyek were veqetandin ku bikarin li cihekî bimînin, jiyana xwe bidomînin û pêdiviyên xwe pêşwazî bikin. Lê belê xizantiya jinan a li Tirkiyeyê her ku diçe zêdetir dibe û tê xwestin ku mafê nefeqeyê yê jinan jî xesp bikin. Her çend ku Peymana Stenbolê hatibe îmzekirin jî, tu carî bi rêk û nehatiye pêkanîn. Peywira GREVÎO ew e ku bişopîne bê ka kîjan dewletên endamên peymanê li gorî wê tevnegeriya ne. GREVÎO’yê di rapora xwe de bang li Tirkiyeyê kir ku li gorî berpirsyartiyên peymanê tevbigere. GREVÎO, da zanîn ku xebatên Tirkiyeyê yên di vê mijarê de pir qels in û kêm in. 
 
ZÊDETIRÎ 3 HEZAR JIN HATIN QETILKIRIN
 
Bîlakîs encamên vê yên girand di nava salên pêş de hîn girantir bûn. Ji sala 2011’an heta niha zêdetirî 3 hezar jin ji hêla mêran ve hatin qetilkirin. Li gel vê yekê; kesên jin qetil kirîn an jî hewl dan bikujin, ger gotin di cih de be ji deriyê edliyeyê ketin hundir û ji deriyên din derketin. Ji van kesan hinekan jê di vê demê de hewldana xwe temamkirin û ew jin an jî jineke din qetil kirin. 
 
HEKE YA KU RASTÎ TUNDIYÊ TÊ JIN BE...
 
Ji ber ku bi rêk û pêk li gorî peymanê tevnegeriyan, polîtîkaya necezakirinê ya di sûcên li dijî jin, zarok, LGBTÎ+, jinên kurd û jinên penaber hêj bêhtir xurt kir. Bi taybet jî di sûcên li dijî jinên kurd tên kirin de heke sûcdar kesekî di saziyên desthilatdariyê de dixebite yan jî peywirdarê cemaweriyê be, li gorî polîtîkaya necezakirinê nêz bûn. Derheqê faîlan de pêvajoya hiqûqî pêk ne anîn û ev faîlên bi nasnameya fermî, ji hêla desthilatdariyê ve hatin parastin. 
 
ZAROKÊN HATIN QETILKIRIN
 
Her wiha îstîsmarkirina zarokan, yek ji pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê ye ku bi sala ye tu çareserî jê re nehatin dîtin. Li gel ku di qadên cemawerî û taybet de îstîsmarên li dijî zarokan bi hêsanî derketin holê jî, weke ku di mînakên Weqfa Ensarê û Rabîa Naz de jî derketiye holê, ev bûyerên îstîsmarê bi taybet jî ji hêla desthilatdariyê ve hatin nixûmandin. Ji bo ku pêşî li ber her cureyeke îstîsmarê ya li dijî zarokan bê girtin, divê teqez li gorî biryarên Peymana Stenbolê bê tevgerîn. 
 
DIVÊ PÊNASEYA CÎNAYETA JINAN BÊ KIRIN
 
Tundiya li dijî jin û zarokan û polîtîkaya necezakirinê li Tirkiyeyê di asteke wiha de ye. Di rewşeke wiha de divê di qanûnan de raste rast bê diyarkirin ku cînayetên jinan bi sedema cihêkariyê tên kirin. Li şûna ku bi têgeha ‘Kuştina mirovî’ mûnferît bikin, divê ev pirsirêk weke cînayeta jinan bê dîtin û çareseriyek jê re bê dîtin. Lê belê li şûna ku hêj bêhtir bê xurtkirin, em îro nîqaşa betalkirinê dikin. Ji bo vî welatî ev yek rûreşiyek e. 
 
Beşa betalkirina Peymana Stenbolê gav bi gav hatiye pêşxistin. Ji ewil ji hêla medyaya alîgir ve weke ‘qebehet’ hatiye nîşandan û kiriye hedefa dijminên jinan. Her wiha ji bo betalkirina peymanê, rayedarên desthilatdariyê beriya rakirinê û piştre bi daxuyaniyên xwe weke hedef nîşan dan. 
 
‘YEKZILAMÎ’ RAYE DA XWE
 
Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan, bi saya rayeya ku di nîvşevekê de daye xwe, Biryarnameyeke Serokkomariyê weşand û ragihand ku Peymana Stenbolê betal kiriye. Di serî de biryarnameyeke ku rayeyê dide xwe weşand û pişre jî li gorî vê biryarnameyê ev yek kir. Yekzilamî raye da yekzilamî û li ser navê yekzilamî biryarname derxist. Ev yek ewqas hêsan e. 
 
EV HUKM NAYÊ QEBÛLKIRIN
 
Lê belê Peymana Stenbolê ku metneke Qanûna Bingehîn a jinan e, ne xwedî statûyeke wisa ye ku yekzilam bikare li gorî keyfa xwe betal bike. Peymana Stenbolê, li gorî xala 90’emîn a Qanûna Bingehîn, di 24’ê mijdara 2011’an de li gorî mewzûatê pêşkeşî Meclisê hatiye kirin û li gorî Qanûna Hejmar 6251 ve ji hêla Meclisê ve ketiye meriyetê û peymaneke navneteweyî ye. Li hêla din, Peymana Stenbolê di mijara têkoşîna li dijî tundiyê de peymaneke mafên mirovan e. Li gorî Xala 104’emîn a Qanûna Bingehîn, ‘nabe ku derheqê mafên bingehîn û mafên şexsî de Biryarnemeyên Serokkomariyê bên derxistin.’ Lewma jî ev mijara betalkirinê ya li ser Biryara Serokkomariyê hatiye kirin, di asta ‘xespkirina fonksiyonê ye’ û nayê qebûlkirin. 
 
YA ESASÎ DESTHILATDARÎ NÎNE
 
Pergala hiqûqê jî, meqamên darazê jî di vê mijarê de berpirsyar in ku li gorî egerên hiqûqê tevbigerin. Ya girîng fermana desthilatdariyê nîne lê ya girîng hukmên hiqûqî ne. Lewma jî divê tişta pêwîst bê kirin, Peymana Stenbolê di zûtirin demê de bikeve meriyetê û em dixwazin ku bi awayekî bi rêk û pêk pê were kirin. Ji ber ku ji roja Peymana Stenbolê hatiye betalkirin heta niha, tundî û sûcên li dijî jinan tên kirin gelek zêdetir bûne. Bi biryara betalkirinê re ne tenê hiqûq hatiye binpêkirin lê rê li ber gelek sûcan jî hatiye vekirin. 
 
Li şûna ku bi awayekî rêk û pêk bi Peymana Stenbolê bikin, li şûna ku pêşî li ber cînayetên jinan bigirin, em bi desthilatdariyeke yekperest a ku li dijî têkoşîna jinan û muxalefeta jinan şer daye destpêkirin re rû bi rû ne. Girtîgeh, bi hevalên me yên jin ên têkoşîna siyaseta demokratîk didin re hatine tijekirin, zext û îşkence lê hatine kirin û hatin sirgûnkirin. Polîsan li pêş çavê hemû cîhanê gefa kuştinê li parlamentera me ya jin xwar. Pergala me ya hevserokatiyê ku nûnertiya wekhev esas digire, weke sûcek hate ragihandin. 
 
DOZA KOBANÊ 
 
Ev polîtîkayên ku di serî de li dijî jinên kurd û jinên HDP’î, yên ku ji ber siyaset û muxalîfbûna xwe rastî tundiya mêr-dewletê tên, tên darizandin, tên cezakirin û li dijî hemû jinan tê meşandin, li gel ku li dijî binpêkirina mafên mirovan û jinan e, her wiha li dijî Peymana Stenbolê ye jî û sûc e. Di Doza Kompasê ya Kobanê de, di Doza Geziyê de, di dozên ji ber meşên 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê de gelek jin tên darizandin û cezayên giran lê tên birîn. Komeleyên ku li dijî tundiya ser jinan têdikoşîn yan rastî zextên giran tên an jî bi van dozan tên bêzarkirin. 
 
JIN JI BER TÊKOŞÎNA XWE TÊN DARIZANDIN
 
Jin, ji ber ku sînorên zîhniyeta mêr a yekperest qebûl nakin û naxwazin di nava wan sînoran de bijîn, tên darizandin. Jin, ber ku dibêjin ‘Em naxwazin bimrin’, ‘Em naxwazin di bin tundî û zextê de bijîn’ û ‘Em dixwazin azad û wekhev bijîn’ tên darizandin. Ji ber ku xwedî li xweza, av û qadên jiyanê derdikevin lewma tên darizandin. Jin, ji ber ku têkoşîna herî pîroz anku têkoşîna aştiyê didin lewma tên darizandin. Ji ber ku civakeke azadîxwaz û demokratîk diparêzin lewma tên darizandin. Ji ber serî li ber faşîzmê natewînin lewma tên darizandin. Ji ber têkoşîna xwe ya li dijî faşîzm, yekperestî, nîjadperestî û neftetê tên darizandin. 
 
EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN 
 
Anku jin, ji ber ku dixwazin Peymana Stenbolê bi têkoşîna xwe bi awayekî şênber têxin meriyetê tên darizandin. Lewma jî weke her carê em dibêjin, em ne daraza mêr lê daraza rast dixwazin. Ne hiqûqa serdestan lê hiqûqa mafdaran dixwazin. Em ne pergala darazê ya serdestiya zilaman diparêze lê ya ku wekheviyê diparêze dixwazin. Divê wekhevîtî esas bê girtin ku edalet pêk were. Bi vê sedemê ye ku heta îro me ji bo edalet, wekhevî û jiyanê li her deverê û li her platformê Peymana Stenbolê bi israr parast û dê biparêzin jî. 
 
HÛN DÊ BIRYAREKE DÎROKÎ BIDIN 
 
Em ê Peymana Stenbolê heta dawiyê biparêzin û heta ku bi rêk û pêk bi wê tê kirin jî dê têkoşîna xwe bidomînin. Tu kes nikare pêşî li ber têkoşîna me ya hevpar bigire û bide sekinandin. Hûn dibe ku îro biryareke dîrokî jî bidin. Bi biryara xwe ve îmzeyeke wisa biavêjin wijdana Tirkiyeyê ku di pêşerojê de hemû kes weke dadgerên xwedî wijdan behsa we bike. Li ser navê bi milyonan jinên li Tirkiyeyê, daxwaza min ji we ew e ku hûn destê xwe deynin ser wijdana xwe û wisa tevbigerin.” 
 
Di dema axaftina Buldan de jinên li eywanê gelek caran çepik lê dan. 
 
Piştî axaftina Pervîn Buldan, li ser navê HDP’ê parêzer Sîpan Cîzrelî mafê axaftinê girt.