Dayika Sema Yuce: Kurd divê êdî tecrîdê bişikînin

  • jin
  • 09:09 17 Hezîran 2022
  • |
img
AGIRÎ - Sema Yuce ku bi çalakiya xwe bû yek ji sembolên têkoşîna jina kurd, li dû xwe mîrateyeke têkoşînê ya mezin hişt. Dayik Zennûre Yuce got: “Divê her kes ji bo azadiyê têbikoşe. Kurd gere êdî tecrîdê bişikînin.” 
 
Di ser mirina Sema Yuce re ku di 21’ê Adara 1998’an de li dijî zext û çewisandinên li ser kurdan li girtîgehê agir bi bedena xwe xist, 24 sal derbas bûn. Yuce bi têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê hem ji bo têkoşîna jina kurd hem jî ji bo ya gelê kurd hê jî dibe ronahî. 
 
Sema Yuce, di sala 1971'ê de li gundê Qerxeliya Jêrê yê navçeya Tûtaxê ya Agiriyê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn li Tûtaxê û lîseyê jî li Agiriyê kuta kiriye. Paşê ji bo beşa Civaknasiyê çûye Zanîngeha Ortadogû Tekînîkê (ODTU). Di sala 1991'ê de li Mêrdînê tevli nav refê PKK'ê bûye. Di havîna 1992'yan de tevî komeke hevalê xwe xwestiye biçe Agiriyê, lê ji ber îxbarekê li navenda bajêr hatiye binçavkirin û piştî lêpirsîneke dûr û dirêj hatiye girtin. Paşê 22 sal ceza lê hatiye birîn. Yuce, ewilî sirgûnî Girtîgeha Nevşehîrê û ji wir jî sirgûnî Girtîgeha Çanakkaleyê hatiye kirin. Di 21'ê Adara 1998'an de şeva Newrozê li girtîgehê agir berdaye bedena xwe. Piştî çalakiyê 80 rojî li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Cerrahpaşayê ya Stenbolê maye û di 17'ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest daye.
 
Sema Yuce, berî ku jiyana xwe ji dest bide ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, jinên kurd, gelê kurd, gelê Anatolyayê û gelên cîhanê re nameyekê nivîsiye. Di nameya xwe de bal kişandiye ser statuya gelê kurd, têkoşîna jinên di nav tevgera azadiyê ya gelê kurd de. Her wiha Yuce di nameya xwe de ji bo çalakiya xwe jî wiha gotiye: "Dixwazim mêjiyê xwe, dilê xwe û bedena xwe di navbera 8'ê Adarê û 21'ê Adarê de bikim pirek. Ji bo karibim bibim şagirteke Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan, dixwazim wekî Zekiye bişewitim, wekî Rahşanê bibim Newroz. Dixwazim li ser rêça hevrêyên xwe yên din ên bûne Newroz bimeşim."
 
DÊYA WÊ BEHSA WÊ KIR
 
Dayik Zennûre Yuce diyar kir ku gava Sema biçûk bûye zarokeke bêdeng bûye û hevalên wê gelekî jê hez dikirin û wiha behsa keça xwe kir: “Di zarokatiya xwe de pir bêdeng bû. Diçû dibistana xwe û dihat. Pir bi siyasete re eleqedar nedibû. Li malbata me welatparêzî hebû, lê em div î warî de ne pir serwext bûn. Ji bo xwendinê çû Enqereyê. Wê û çend hevalên xwe yên dibistanê xanî girtibûn. Ez û bavê wê çûn cem wê û em demekê li cem wê man. Hevalên wê tim dihatin malê û dûr û dirêj li ser siyasete diaxifîn. Wê çaxê min siyasetmedar Leyla Zana jî li wê malê dît. Meha Remezanê bû, ji bo fitariyê me sifra xwe danî û em li benda Semayê man, lê nehat. Heya 3 rojan me xeber jê negirt. Paşê em pê hesiyan ku tev li PKK’ê bûye.” 
 
‘GAVA ÇAVÊN XWE VEKIR PRISA OCALAN KIR’
 
Dayik Yuce diyar kir ku piştî keça wê tev li nava PKK’ê bûye dewletê ew hedef girtine û got, eskerên dihatin malê ji bo Sema veger doza alîkariyê li wan kirine, lê wan ev tişt qebûl nekiriye. Yuce bi lêv kir ku piştî keça wê hatiye girtin tim çûne girtîgehê cem wê û lê di televîzyonê de bi çalakiya wê hesiyane. Yuce wiha axivî: “Keça min piştî çalakiyê bi giranî birîndar bûbû û ew rakiribûn enxweşxaneyê. Ez û bavê wê çûn nexweşxaneyê. Gava çavên xwe vekir ewilî prisa Ocalan kir û got, ‘Serok Ocalan telefonî we kir?’ Her roj ev tişt ji me dipirsî. Paşê em pê hesiyan ku Ocalan telefonî me kiriye, lê xwe negihandiye me. Keça min ji ber hezkirina xwe ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Ocalan û domandina têkoşîna gel kir.” 
 
‘MIN SOZ DAYE WÊ’
 
Dayik Yuce bilêv kir ku bi têkoîna keça xwe her tim serbilind e û got: “Bi têkoşîna keça xwe serbilind im. Em bi saya wê bi vê têkoşînê hesiyan. Sema tenê ne keça min e, keça tevahiya gelê kurd e. Xwezî 10 zarokên min ên din jî hebûna û bidana ser rêya Semayê. Min soz daye keça xwe; heya sax bim ez ê têkoşîna wê bidomînim.” 
 
‘OCALAN ŞANSEK E’
 
Dayik Yuce destnîşan kir ku divê her kes nerazîbûna xwe ya ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nîşan bide û wiha got: “Niha gava em kesên têkoşer dibînin em pir kêfxweş dibin. Ji destê kê çit ê divê bike û divê em azad bibin. Gelê kurd divê xwedî li Ocalan derkeve. Tecrîdeke giran li ser Ocalan heye û kurd gere êdî vê tecrîdê bişikînin. Her kes divê baş zanibe ku Ocalan ji heq dertê. Ocalan ji bo gelê kurd şansek e û divê kes vê ji bîr neke.” 
 
MA / Hakan Yalçin