Şoxan Mîrza: Hikûmeta Başûr bi qedexekirina nûçeyên derheqê jinan re dixwaze dengê me qut bike

  • jin
  • 09:57 21 Hezîran 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvana sivîl Şoxan Salih Mîrza anî ziman ku Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê bi qedexekirina nûçeyên derheqê kuştin û tundiya ser jinan re dixwaze dengê jinan qut bike. Mîrza, got ku divê hikûmet ji bo pêşîlêgirtina tundî û kuştinên jinan qanûnan derxîne.
 
Şer, alozî û krîzên li Herêma Federal a Kurdistanê û Iraqê bandoreke mezin li ser jin û zarokan dike. Rewşa ewlehiyê ya ji ber êrişên hevpar ên dewleta tirk û PDK’ê, êrişên DAIŞ’ê yên li gelek deveran û krîza siyasî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê, bandora neyînî ya li ser jin û zarokan hêj girantir dike. Aktîvîstên jin ên Herêma Kurdistanê gelek caran li dijî van êrişan çalakî li dar xistin û êriş şermezar kirin. Di rewşeke wiha de Wezareta Rewşenbiriyê ya Herêma Federal a Kurdistanê ji hemû sazî û dezgehên çapemeniyê re şand û xwest ku bi tu awayî cih nedin kuştin û xweşkuştinên jinan. Têkildarî mijarê çalakvana sivîl Medenî Şoxan Salih Mîrza axivî. 
 
Medenî Şoxan Salih Mîrza ji ewil bal kişand ser êrişên dewleta tirk û got ku dewleta tirk her kurdekî xwedî fikra azadî û serxwebûnê bo xwe weke xetere dibîne û wiha domand: “Êrişên Tirkiyeyê yên li her deverên Kurdistanê bi awayekî hovane berdewam in. Êrişên li ser deverên sînor ên Kurdistanê qet narawestin. Bi hinceta parastina ewlehiya xwe û avakirina herêmeke biewle, mal û jiyana kurdan têxin xetereyê. Hewl didin nasnameya kurd bi tevahî ji holê rakin.” 
 
‘JINÊN KURD VAN ÊRIŞAN QEBÛL NAKIN’ 
 
Bi domdarî Mîrza anî ziman ku ji êrişên dewleta tirk herî zêde jin û zarok bandor dibin û wiha pê de çû: “Jinên kurd di civaka Kurdistanê de her tim pêşengên şoreş û berxwedanê ne. Lewma herî zêde êrişî jinên azadîxwaz û çalak dikin. Baş dizanin ku jinên sergehiştî û azadîxwaz bindestî û serdestiya li ser xwe qebûl nakin. Li dijî êrişên dewleta tirk, li Başûr gelek çalakî hatin kirin. Bêguman hê jî hewldan û çalakiyên jinan a ên li dijî êrişên Tirkiyeyê berdewam in. Li her çar parçeyan jî bertekên cur bi cur tên kirin. Lê divê li her çar parçeyan dengê me zêdetir bibe.” 
 
‘DIXWAZIN JINAN JI HER QADÊ QUT BIKIN’ 
 
Di berdewamê de Mîrza qala zêdebûna tundiya li ser jinan a li Başûr kir û ev tişt anî ziman: “Hejmara cînayetên jinan her ku diçe zêdetir dibe. Ne tenê li Başûr, li her devera cîhanê jin rastî tundiyê tên û tên kuştin. Di bi navê ol, siyaset, malbat û kevneşopiyên eşîrtiyê rastî gef û tundiyê tên. Mixabin ku Başûr ji bo jinan bûye cihekî çîrokên kuştin û îşkencekirina jinan. Bi kûrbûna aloziya civakî, siyasî û aboriyê re tundiya li ser jinan jî zêdetir dibe. Her wiha qanûn tên binpêkirin. Anku li Başûr jin bi tena serê xwe xwedî biryar nîne. Divê ji bo pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan û cînayetan qanûn bên amadekirin. Lê mixabin ku hewl didin jinan ji her qadê qut bikin. Ji bo vê jî qanûn hatine amadekirin.” 
 
‘KUJERÊN JINAN NAYÊN DARIZANDIN’ 
 
Mîrza, diyar kir ku aloziya li Başûr û Iraqê dibe sedema zêdebûna tundiya li dijî jinan û ev nirxandin kir: “Di vê aloziyê de jin ji mafê xwe yê ewlehiyê bêpar dimînin. Di darizandina kujerên jinan de pirsgirêkên cidî hene. Bi hişmendiya baviksalarî nêz dibin û bi vê paşverûtiya xwe maf didin kujeran. Bi vî rengî jî kuştin û îşkencekirina jinan rewa dikin. Lewma jin xwe di ewlehiyê de hîs nakin. Niha jî weşandina nûçeyên derheqê kuştin û tundiya li ser jinan de qedexe kirine. Hikûmet bi vî awayî dixwaze li ser hemû pirsgirêkên jinan û aloziyên herêmê bigire. Bi giştî li ser tevahiya civakê tundiyeke mezin heye. Dema jin rastî tundî û îşkenceyê tên, dixwazin dengê xwe derxînin lê ew dixwazin vî dengî qut bikin. Anku dixwazin dengê jin û civakê qut bikin.”
 
‘DIVÊ HIJÛMET JI BO KUJERÊN JINAN XEBATEKE BAŞ BIKE’ 
 
Mîrza, axaftina xwe wiha qedand: “Dadgeh û desthilatdarî lki dijî pirsgirêkên jinan xwedî rol û berpirsyariyeke mezin e. Divê pergala deshilatdariyê weke erka xwe ya exlaqî binirxîne û di cezakirina sûcdar û kujerên jinan de xebateke cidî bike. Ji bo vê jî pêwîstî bi hişmendiya civaka wekhev û demokratîk heye. Divê em bi vî rengî bikevin hemû malan û pêşî li tundî û kuştina jinan bigirin. Ji bo pêşîlêgirtina kuştina jinan û tundiya li ser jinan, qanûnên baş bên derxistin.”