Rastî destdirêjiya polîs hat û li qereqolê jî tundiya psîkolojîk lê kirin

  • jin
  • 12:21 7 Tîrmeh 2022
  • |
img
AMED - Jina bi navê S.S. ku polîs Enes Aydemîr destdirêjî lê kiribû, ji ber heqaretên li ser medyaya civakî çû qereqolê û xwest gilî bike. Li qereqolê jî polîsan bi gotinên weke “tu jî her tim ji bo gilî tê vê derê” tundiya psîkolojîk li S.S. kirin. 
 
Derketibû holê ku polîs Enes Aydemîr ku li Amîrtiya Asayîşê ya Midûriyeta Emniyetê ya Cizîr a Şirnexê parastvanî dikir, di 8’ê nîsana 2021’an de destdirêjî li jina bi navê S.S. kiriye. Têkildarî mijarê S.S. bi JINNEWS’ê re axivî bû û da zanîn ku rastî tundiya zayendî, fîzîkî û psîkolojîk a polîsan hatiye. 
 
Piştî ku bûyer li ser çapemeniyê hat parvekirin, kesa li ser medyaya civakî hesaba bi navê “Gulay Gok” bi kar tîne ku tê îdiakirin xaltiya polîsê tecawizkar Aydemîr e, di 3’yê tîrmehê de heqaret li S.S. kir û gef lê xwarin. Li ser vê yekê jî S.S. çû qereqolê û giliyê wê kir. Piştre jî hesaba bi navê “Mîne Naz Şahîn Vural” ku tê îdiakirin xaltiya tecawizkar Aydemîr e, ev heqaretên xwe berdewam kirin. 
 
LI QEREQOLÊ TUNDIYA PSÎKOLOJÎK 
 
Li gorî nûçeya JINNEWS’ê; S.S. ji bo ku giliyê hesaba bi navê  “Mîne Naz Şahîn Vural” bike çû Navenda Polîsan a Şehîd Alîşan Erol. Lê belê S.S. li vê derê rastî gotinên weke “tu jî her tim tê vê derê û gilî dikî” hat û heman polîs piştre bi ser S.S. ve meşiya û derî bi awayekî hişk lê da û derket. Hat zanîn ku S.S. ji ber vê nêzikatiya xerab jî bêyî ku gilî bike ji qereqolê derket. 
 
S.S., da zanîn ku dê derheqê heqareta li wê hatiye kirin li dozgeriyê serlêdana sûc bike.