Saadet a filistînî: Em jinên berxwedêr divê tevgera jinan ronî bikin

  • jin
  • 09:00 10 Tîrmeh 2022
  • |
img

ENQERE - Yek ji damezrînerên Yekitiya Komîteyên Jinan ên Filistînê Able Saadet ku beşdarî 5'emîn Kongreya Mezin a Asayî ya HDP'ê bû got: "Em jinên berxwedêr divê tevgera jinan ronî bikin."

 
Yek ji damezrînerên Yekitiya Komîteyên Jinan ên Filistînê Able Saadet ku ji bo 5'emîn Kongreya Mezin a Asayî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji Filistînê hat Tirkiyeyê, di çarçoveya zext û zordariya li ser gelê Filistînê, berxwedana jinan, binpêkirina mafên sereke yên girtiyên siyasî de polîtîkayên dewleta tirk û Îsraîlê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin.
 
Saadet diyar kir ku ji bo li dijî binpêkirina mafên girtiyên siyasî û dagirkirina Filistînê bitêkoşin Yekitiya Komîteyên Jinan ava kiriye. Saadet diyar kir ku taybetmendiya berxwedêr a wan û gelê kurd û jinên kurd dişibe hev du û wiha got: “Her du gel jî di warê neteweyî de li ber xwe didin. Em di vî warî de siyasetê dikin. Em hewl didin ku rastiya erdnîgariya ku em lê dijîn biguherînin. Li Filîstînê dagirkeriya sîyonîst didome. Em ji bo parastina xaka xwe ji dagirkeriyê xelas bikin û ji bo rizgarkiriya gelê xwe li ber xwe didin. Dema ev dagirkerî bi dawî bibe wê jinên me jî azad bibin. Di berxwedana Filistînê de jin û mêr bûn wekhev. Jin û mêrên gelên berxwedêr wekhev in. Ji lew re em tenê bi vî awayî dikarin xelas bibin. Filistîn jî ancax bi têkoşîna hevpar a jin û mêran dikare ji dagirkeriyê rizgar bibe."
 
TÊKOŞÎNA HEVPAR
 
Bi domdarî Saadet destnîşan kir ku pêwîste hemû tevgerên jinan ên cîhanê yên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin bên gel hev û bi hev re tevbigerin. Saadet, axaftina xwe wiha domand: "Em ji bo kongreya HDP'ê hatin vê derê. Em ji bo nîqaşkirina têkoşîna hevapr ava bikin hatin vê derê. Hatina me ya vê derê armanc û motîvasyonek pir cidî di xwe de dihewîne. Peyameke me hemûyan heye ku em di wê kongreyê de bidin. Divê em vê peyamê pir zelal û bi tîpên mezin bidin ku ew zalim me bibihîzin. Divê em armanca xwe eşkere bikin. Divê planek me hebe. Em ancax dikarin bi vî awayî bigihên armancên xwe." 
 
‘JINÊN FILÎSTINÊ Û KURDAN'
 
Saadetê di berdewamê de got, "Têkoşîna me têkoşîneke demdirêj e" û wiha pê de çû: "Em jinên kurd ên berxwedêr, em jinên filistînî yên berxwedêr divê tevgera jinê ronî bikin. Lewma em em li bendê ne ku HDP di vê kongreyê de plansaziyekê ragihîne ji bo xwegihandina jinên cîhanê. Tişta ji partiyeke xwedî bername ya wekî HDP'ê tê payin ev e. Divê sînoran derbas bike. Divê qîma xwe tenê bi welatekî neyne, berbelav bibe. Ji ber vê yekê divê piştgiriya HDP'ê bê kirin." 
 
‘DIVÊ EM BI HEV RE BIMEŞIN'
 
Di berdewamê de Saadet destnîşan kir ku pêşketina teknolojiyê di warê globalbûyîna fikr û tevgeran û derbaskirina sînoran de avantajek e ji bo jinên vê serdemê û ev nirxandin kir: "Em jinên filistînî yên berxwedêr û têkoşer em dixwazin bi hemû hevkarên xwe yên li cîhanê re mil bi mil bimeşin. Di vî warî de em bi hevkariya bi çapemeniya azad re rê li ber xwe vedikin. Em baş dizanin çapemeniya azad li dijî dagirkeriya ÎSraîla sîyonîst li cem me ye. Me bi alîkariya çapemeniyê hin kampanya li dar xistin û bi van kampanyayan me gelek girtiyên siyasî ji zindanên Îsraîlê derxistin." 
 
‘DIVÊ EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN’
 
Saadet diyar kir ku li dijî girtina gelek rojnameger, siyasetmedar û aktîvîstan jî bi saya çapemeniyê têdikoşiyane û gelek kampanya li dar xistine û ev tişt anî ziman: "Berxwedan û têkoşîn bi vî awayî tê meşandin. Heke hemû derdorên têkoşînê bi hev re tevbigerin, dikarin têkoşîneke kartêker bidin meşandin. Her wiha divê em li qada navneteweyî jî dengê xwe bilind bikin. Ancax bi vî awayî em dikarin siyaset û helwesta zalimand biguherînin." 
 
'EM DIXWAZIN AZAD BIJÎN'
 
Saadet bal kişand ser helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî gelê kurd û got, helwesta wê dişibe ya Îsraîlê ya li hemberî filistîniyan e. Saadet, axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Çarenûsa me û ya gelê kurd û berxwedana me pir dişibe hev du. Azadî tune. Em di bin dagirkeriyê de ne. Erdên me di bin dagirkeriyê de ne. Mirovên me tên girtin, tên îşkencekirin û kuştin. Em gel dixwazin serbixwe bibin. Em dixwazin ji vê zilmê rizgar bibin û azad bibin. Çawa ku em mafên xwe diparêzin em bi heman awayî mafên gelê kurd jî diparêzin. Em gelê Filistînê bi gelê kurd re di nava piştevaniyê de ne. Serxwebûn hem mafê gelê kurdhem jî mafê gelê Filistînê ye. Em dixwazin li axa xwe bi awayekî serfiraz û azad bijîn û em ji bo vê jî li ber xwe didin. Em dixwazin dawî li vê dagirkeriyê bînin û mêtîngeran ji axa xwe derînin."
 
‘DI GIRTÎGEHÊN ÎSRAÎLÊ DE TECRÎD'
 
Saadet destnîşan kir ku girtiyên siyasî di şert û mercên dijmirovane de tên ragirtin û mafên mirovan ên bingehîn tên binpêkirin. Saadet wiha domand: "Ez hevjîna serhildêrekî me ku hêzên dagirker ên Îsraîlê 15 sal in ew dîl girtine. Li girtîgehên Îsraîlê şert û mercên jiyaneke mirovane tune ne. Bêyî sûcek hebe mirov bi salan tên darizandin. Dema bala cîhanê hemû çû ser şerê li Ûkraynayê, Îsraîlê jî keysparêzî kir û kuştina mirovan û girtina wan domand. Dîlgirtiyên filîstînî ji hemû mafên xwe yên navneteweyî bêpar in. Destûr nayê dayîn ku bi malbat, heval û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Bi temamî hatine tecrîdkirin. Serêdêrn dîlgirtiyên filîstînî tenê malbata sereke ye û ev jî carinan bi hinceta 'ewlehiyê' tê astengkirin. Hevdîtina bi malbatan re ji bo ewlehiya Îsraîlê xetere ye! Mesela sê neviyên me hene. Hevjînê min 15 sal in girtiye û carekê jî neviyên xwe nedîtine. 14 sal in zarokên xwe nedîtine. Çend roj berê, piştî 14 salan, detsûr hat dayîn ku keçek me hevdîtinê bi bavê xwe re bike. Keça min çû cem bavê xwe. Ev zilmeke pir mezin e. Li vir ne tenê girtî, malbat jî tên cezakirin. Li Filistînê girtiyên siyasî ji van mafên gerdûnî bêpar in."
 
Saadet di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku heçî biçe Filîstînê dê bêîstiqrarî, neheqî û zilma li wir bibîne û got: "Li Filistînê aramî tune ye, her roj zilm heye, mirin heye, her roj bi ser malan de tê girtin. Girtina mirovan berdewam e. Em di nêvengeke wisa de dijîn ku em her tim bi zilm û çewisandinê re rû bi rû dimînin.  Rêvebiriya Filîstînê jî bi qanûnên xwe jiyana me malbatên filistînî, malbatên girtiyan û ciwanan dijwartir dike. Ji bo me nabe cihê jiyaneke birûmet."
 
Saadet destnîşan kir ku gelê kurd jî bi heman polîtîkayan re rû bi rû dimîne û got: "Em û HDP'ê em ê tim mil bidin milê hev." 
 
MA/ Gozde Çagri Ozkose