Bertekên li dijî Dadgeha Bilind zêde dibin: Peymanên navneteweyî di talûkeyê de ne

  • jin
  • 16:35 20 Tîrmeh 2022
  • |
img
EDENE - Jinan bertek nîşanî biryara Dadgeha Bilind a der barê Peymana Stenbolê dan û diyar kirin ku ev biryar peymanên wek AÎHS û Lanzaroteyê jî dixe talûkeyê.
 
Daîreya 10’emîn a Dadgeha Bilind daxwaza ji bo feshkirina biryara Serokkomar a 20’ê adara 2021’an a der barê Peymana Stenbolê de dabû, red kir. 2 endamên Dadgeha Bilind li dijî biryara Dadgahê deng bi kar anîn û biryarê ji hêla makezagonê ve bi pirsgirêk dîtin. 
 
Ji parêzerên Baroya Antalyayê û di heman demê de ji berdevkên doza li dijî betalkirina peymanê hatiye vekirin, Aylîn Onursev bi bîr xist ku peyman li gorî xala 90/5’an ketiye meriyetê. Onurser diyar kir ku ji peymanê vekişîn ne pêkan e û li gorî hiqûqa cemaweriyê ya esasa xwedî erk û ûsûlê de ji hev girtinê dûr e. 
 
PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ DI TALÛKEYÊ DE NE
 
Onursev, gotinên xwe yên der barê biryarê de wiha domand: “Wek usûla venêrina qaîdeyan divê 10’emîn Dadgeha Bilind serî li Dadgeha Makezagonê bidaya. Me di daxwaznameya xwe ya ku pêşkeşî wan kiribû de bal kişandibû ser vê yekê. Ji 5 endamên Dadgeha Bilind 2'yan jê şerh danîbûn ser biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê û diyar kiribûn ku bi tena serê xwe hikûmet nikare ji peymanên navneteweyî vekişe. 3 endamên dadgehê jî diyar kiribûn ku erka vekişîna ji peymanên navneteweyî ji serokkomar re hatiye dayîn. Endamên li dijî feshkirina peymanê deng bikar anîne jî diyar dikin ku heke erêkirina zagonekî bi erêkirinê biryara TBMM’ê be, divê hikûmet bi tena serê xwe nekare peymaneke navneteweyî betal bike. Aşkera ye ku ev biryar li dijî makezagonê ye. Divê ne tenê ji vê biryarê, ji Peymana Stenbolê, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) û Peymana Lanzarote (Peymana li Dijî Destdirêjiya Zarokan û Parastina Zarokan a li Dijî Destdirêjiyê ya Desteya Ewropayê) jî bi biryara serokkomar pêkan nebe. Ger ku rêyên hiqûqî li welat biqedin, em ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin." 
 
DÊ ÎTÎRAZ BIKIN
 
 
Endama Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mehtap Sert jî anî ziman ku ev biryar dê jinan ji qadên cemaweriyê vala bike û jinan qir bike. Sert, diyar kir ku serokkomar bi erken ecêb hatiyer erkdarkirin û wiha domand: "Heke ev pirsgirêk bi rêyên hiqûqî çareser nebe, em ê ji bo betalkirinê serî li Dadgeha Makezagonê bidin û heke pêwîst bike em ê serî li DMME'yê jî bidin."
 
JI BO JIYANEKE NÛ
 
Sert, anî ziman ku biryar ji wan re nehatiye ragihandin û piştî ku hat dayîn ew dê ji bo ku bê betalkirin serî li Desteya Doza Rêveberiyê bidin û heke di rêyên hiqûqî de ev yek çareser nebe ew dê dozê bibin DMME'yê. Sert, axaftina xwe wiha qedand: "Me heta niha çawa kiribe, em ê ji îro û şûnde jî di her qada jiyanê de ji bo parastina wekheviya zayenda civakî û jiyaneke azad têkoşîna xwe bidomînin." 
 
MA / Hamdûllah Yagiz Kesen