Di tîrmehê de 31 jin hatin qetilkirin

  • jin
  • 14:12 5 Tebax 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN -  Li gorî daneyên JINNEWS’ê, di meha tîrmehê de herî kêm 31 jin ji hêla zilaman ve hatin qetilkirin û herî kêm 12 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. 

Li gorî daneyên ser çapemeniyê yên JINNEWS’ê; di meha tîrmehê de li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê herî kêm 31 jin hatin qetilkirin û 12 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Ji jinên hatine qetilkirin 8 jê ji hêla zilamên pê re zewicî bûn, 7 jê di dema pêvajoya hevberdanê de, 4 jê ji hêla kesên nas kirin (xwediyên kar, neyartî), 3 jê dema dixwestin ji hev veqetin, 2 jê dema dixwestin hev berdin, 2 jê ji hêla birayên xwe ve, 2 jê ji hêla xizmên xwe ve, 1 jê ji hêla kurê xwe ve û jinek jî ji hêla cîranê xwe yê zilam ve hate qetilkirin. Faîlê jineke hatiye qetilkirin jî nehat tespîtkirin û yek ji jinên hatine qetilkirin jî ducanî bû û pitikê wê 2 meh û nîvî bû. 
 
12 MIRINÊN BI GUMAN
 
Di meha tîrmehê de xizmên 13 jinan hewl dan wan bikujin û 12 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Jina bi navê Songul G. a ku bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da, ducanî bû û pitikê wê 8 mehî bû. Her wiha di meha tîrmehê de 3 jinan jî li dijî zilaman parastina cewherî kir. 
 
4 ZAROK HATIN QETILKIRIN
 
Di meha tîrmehê de 4 zarok ji hêla zilaman ve hatin qetilkirin, 5 zarokan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan û hewldana kuştina 3 zarokan çêbû. Her wiha 8 zarok jî rastî tacîzê hatin.