Rojnamegerên jin: Li dijî tundiya polîsan divê têkoşîneke birêxistinkirî bê dayîn

  • jin
  • 10:56 6 Tebax 2022
  • |
img
ENQERE - Rojnamegerên jin ên li Enqerê kar dikin, diyar kirin ku tevî zext, tundî û zehmetiyên pîşeyî jî li Tirkiyeyê rojnamgerên jin li qadê ne û li dijî tundiya polisan banga têkoşîna rêxistinkirî kirin.
 
Li gorî daneyên di Rojnamegeriyê de Kolîsyona Jinan (CFWIJ), li Tirkiyeyê ku li dijî çapemeniyê zext, tundî û binpêkirinên mafan zede bûne di navbera 1’ê çileyê û 5’ê tebaxê de tundî li 41 rojnamegerên jin hatiye kirin û 17 rojnamegerên jin hatine binçavkirin. Her wiha li qadê polisan gelek rojnamerên jin tacîz kirine. Di 16’ê hezîranê de li Amedê Midura JINNEWS’ê Safiye Alagaş û rojnameger Neşe Toprak, Elîf Ûngûr û Remziye Temel jî di nav de 4 jê jin 16 rojnamegerên kurd hatin girtin. Herî dawî di bîranîna Komkujiya Pirsûsê de polisan tundî li rojnnamegerên ku çalakiya jinên KESK’î dişopandin kirin. Herî kêm 8 jê rojnamegerên jin polisan bi gaza îsotê û guleyên plastîk êrişî gelek rojnamegeran kirin. 
 
Rojnameger Kubra  Kirimli û Sîbell Hurtaş kul i Enqerê rojnamegerî dikin, derbarê binpêkirina mafên xwe, tundiya polisan a li wan û zehmetiyên ku dema rojnamegeriyê dikin dikişînin de axivîn. 
 
BANGA TÊKOŞÎINÊ
 
Nûçegîhana Evrenselê Kubra Kirimli, diyar kir ku desthilata dixwaze jinan hefsî “deverên maqûl” bike û ji ber vê sedemê jinên rojnamger ên li qadê dike hedef û wiha got: “Lewre tiştên rojnamegerên jin dinivisînin li dijî xwe weke talûke dibinin. Ji ber vê em di pîşeya xwe de zehmetî dikişinin û bi gotinan û bi awayekî fîzîkî tundî li me tê kirin. Divê ku piştgiriya rojnamegeran bê kirin û rojnameger jî piştgiriya hev bikin û bi awayekî rêxistinkirî têbikoşin.”
 
‘GILÎ BÊCEZA TÊN HIŞTIN’
 
Gerînendeya Giştî ya Mediaport.net’ê Sîbel Hurtaş jî destnîşan kir ku tundiya li dijî çapameniyê didome û ev tişt anî ziman: “Her ku diçe qedexe belav dibin û ji sazî û şaredariyan heta kolanan hatin. Em tenê dikarin ji kolanan nüce bigirin. Li kolanê jî qertê çapemeniyê dixwazin. Polîs bi mertalên xwe pêşî li qamerayên me digirin. Dema ku em qamerayên xwe bilind dikin jî milên me dişikînin. Tundiyeke micid a polîsan li kolanê heye. Di krîza siyasî de AKP’ê zextên li ser çapameniyê zêde kiriye. Ji bo sergirtina krîza abrî dixwazin rojnamegeran bêdeng bikin. Giliyên sûcên polisan tev bêceza tên hiştin.”