Ji Komeleya Rosa ji bo jinên tundî li wan tê kirin bang: Em hene û li cem we ne

  • jin
  • 10:39 11 Tebax 2022
  • |
img

AMED - Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Nevîn Oyman diyar kir ku tundî û kuştina jinan polîtîkayek dewletê ye û ji bo jinên ku tundî li wan tê kirin, nizanin çi bikin û bêçare dimînin banga, “Em hene û her dem li cem we ne” kir. 

Bi betalkirina Peymana Stenbolê re ji Tîrmeha 2021’ê ve tundî, tacîz, tecawiz û kuştina jinan zêde bûye. Her ku diçe tundî, taciz, tecawiz û kuştina jinan berdewam dike. Roj tune ku jinek neyê kuştin û tundî lê neyê kirin. 
 
Li gorî daneyên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) di 7 mehên salê de 188 jin hatine kuştin û 146 jin jî bi awayên guman jiyana xwe ji dest dane. Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû daneyên 7 mehên ewil en 2022’yan eşkere kir û îdia dike ku di van 7 mehan de 158 jin hatine kuştin.
 
Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Nevîn Oyman diyar kir ku tundiya li jinan tê kirin û kuştina jinan polîtîk e û bang li îktidarê kir ku dest ji polîtîkayên xelet berde. 
 
‘POLÎTÎKAYA DEWLETÊ YE’ 
 
Oyman anî ziman ku gelek serlêdanên tundiyê ji bo wan tên kirin û got: “Çareseriya cînayetên jinan û neçareserkirina cînayetan polîtîk e. A rast ev polîtîkaya dewletê ye. Bi kêmkirina cezayê ‘halê baş’ adeta zilaman teşvîqî tundiyê dikin û dewlet jî viya erê dike û terza xwe datîne holê. Tenê di meha tîrmehê de 28 hatin kuştin. 16 zarok hatin îstîsmarkirin. Tevî ku parastina ji bo 14 jinan hebû jî hatin qetilkirin. Hejmar zêdetir e ji ber ku yên em hîn nebûne û li ser çapemeniyê belav nebûne hene.” 
 
‘DEWLET ZILAMAN TEŞVÎQ DIKE’ 
 
Oyman anî ziman ku bi betalkirina Peymana Stenbolê re hejmara jinên tên kuştin zêdetir bûye û tundî jî zêdetir bûye û her zilamê ku tundiyê û kuştinê dike xwe bi gotina “dewlet li pişt amin e” diparêz e û ji ber ku dewlet kujeran diparêze bi rehetî dikarin tundî û kuştinê bikin. Oyman bertek nîşanî parastina kujeran û faîlan a ji aliyê dewletê ve da û divê her kesek ku hewldanek kuştin û tundiya li dijî jinan bike bê cezakirin. Oyman anî ziman ku polîtîkaya bêcezahiştinê zilaman hin bêtir teşvîqî kuştinê dike.  
 
‘EM Ê DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDIN’
 
Oyman destnîşan kir ku ew ê tevî hemû tiştên neyînî jî dest ji têkoşîna xwe bernedin û wiha got: “Me tu demê dest ji vê têkoşînê berneda. Ji bo Peymana Stenbolê şûnve were dê xebat û têkoşîna me bidomin. Em ê betalkirina peymanê qet qebûl nekin. Em ê qet dest ji têkoşîna xwe bernedin. Mafê me jî yê jiyanê heye. Em her dem hebûn, em hene û em ê her hebin. Em wek Rosayê dixwazin vê bangê li jinan bikin, jinên ku bi dilxwazî li cem we bin hene. Em banga her dem li cem jinên ku tundî li wan tê kirin, nizanin çi bikin û bêçare dimînin dikin.” 
 
MA / Eylem Akdag