Bi mijarên jin, xweza û aştiyê dîwaran dixemilîne

  • jin
  • 09:04 22 Tebax 2022
  • |
img
DÊRSIM - Arzû Atalay a tevî ku du zanîngeh qedandine jî nehatiye tayînkirin, bi atolyeya li mala xwe avakirî, mijarên jin, xweza û aştiyê li dîwaran dixemilîne û debara xwe dike.
 
Li Tirkiyeya ku krîza aboriyê her ku diçe kûrtir dibe, yek ji pirsgirêka herî girîng bêkarî ye. Bi taybetî jî mezûnên zanîngehê, ji ber ku di qada xwe de kar nabînin, mecbûr dimînin di qadeke cuda de bixebitin. Arzû Atalay a li Dêrsimê dijî tenê yek ji van e. 
 
Atalay, li Zanîngeha Adnan Menderes Mûhasebe li Zanîngeha Anadolûyê jî ji beşa Îdareya Karsaziyê mezûn bû, ewilî ji ber kar nedît li bajêr di fîrmayeke tekstîlê de xebitî. Pişt re li Navenda Perwerdehî ya Gel (HEM) hunera makrome hîn bû û şaneşîna mala xwe vegerand atolyeyê. Atalay ku dest bi karê xwe kir, debara xwe bi bi têl û morikan xemilandina dîwaran a bi mijarên jin, zarok, xweza û aştiyê dike.
 
ŞANEŞÎNA MALA XWE VEGERAND ATOLYEYÊ
 
Atalay, diyar kir ku tevî ji Ezmûna Hilbijartina Personelên Cemaweriyê (KPSS) pûaneke bilind wergirt jî nehate tayîn kirin û wiha got: “Di şertên Tirkiyeyê de pûanên bilind jî bikêr nayên.” Atalay, da zanîn ku dema di tekstîlê de dixebitî li ser pêşniyarekê şaneşîna mala xwe vegerand atölyeye û bi lêv kir ku berhemên ku hilberandin bi standên li navenda sûkê vekirin firotin. 
 
XEMILANDINÊN BI MIJARA JIN Û XWEZAYÊ
 
Atalay a gelemperî bi mijarên jin, zarok, xweza û aştiyê dixemilîne, têkildarî hilberîna xwe ev tişt gotin: “Mijarên min xweza, jin û aştî ne. Dîsa têgea malbatê ji bo min gelek girîng e. Ez li ser van têgehan berhemên xwe çêdikim. Mînak melayketa min a şensî, bêgunehiyê vedibêje. Weke dilê zarokekî paqij e. Dîsa xemilandina dîwar a kevoka aştiyê û çekê zeytûnê jî heye. Ev jî li dijî şer aştiyê vedibêje. Em li dijî şer in ji ber ku di şer de herî zêde xizan dimirin. Herî zêde jî jin û zarok bi bandor dibin. Dîsa mijara jinê ji bo min gelek girîng e. Min di berhema xwe ya bi mijara jinê de jî jinên bihêz girtin dest. Jinên ku muhtacî ber deste kesê nebin û li ser lingên xwe disekinin temsîl dike. Min di berhema xwe ya Dara Jînê de jî xwest vê vebêjim, em her tim bi xwezayê re di nava şerekî de ne, em avê xwezayê qirêj dikin, heywanan tune dikin, an ku hewl didin populasyonê tune bikin. Em dibêjin qey em ê serbikevin lê xweza bi her awayî wê me têk bibe.” 
 
BANDORA QEYRANÊ
 
Atalay, diyar kir ku krîza aboriyê bandor li hêza kirîna malzemeyan kiriye û wiha got: “Berhem gelek bi biha ne. Benê ku min sala par bi 30 lîreyan dikirî bû 60 lîre ji 60 lîreyan jî bû 130 lîre. Zêdebûneke cidî heye. Malzemeyê ku ez bi hezar lîreyan dikirim têra mehekê jî nake. Ji xemilandina dîwar re jî ji du benan zêdetir diçe. Elbet di vê rewşê de weke herkese ez jî zehmetiyê dikişînim. Ez nikarim berheman jî bi biha bifiroşim. Ez neçar dimînim ku bi bihayekî kêm bidim. Gelemperî ji derve tê. Pereyê ku ez qezenç dikim tenê têra min dike.”
 
‘HER JIN BI HÊZ E’
 
Atalay, bi lêv kir ku hem bi danîna standê hem jî bi firotina li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal debara xwe dike û got: “Divê jin bêçaretiya ku hatiye nîşandan ji ser xwe biavêjin. Her jina ku di welidîne gelek bi hêz e. Jin ji zilaman bihêztir in. Ji ber ku jin dikare her tiştî bike.”
 
MA / Eylem Akdag