Li Dêrsimê îşkenceya sîstematîk a leşker û polîsan heye

  • jin
  • 15:36 28 Tebax 2022
  • |
img
DÊRSIM - Komeleya Hevgirtinê ya Jinan a Yenîgunê ya Dêrsimê tekildarî taciza çawişê pispor ê li ser welatiyan ku bertek nîşan tacîzê dabûn, gule barandin, daxûyanî da û got: “Li bajarê me taybetî jî jin bi awayekî sîstematîk ji aliyê polîs û leşkeran ve tên tacîzkirin.”  
 
Komeleya Hevgirtinê ya Jinan a Yenîgunê ya Dêrsimê tekildarî taciza çawişê pispor a duh bi şev hatiye jiyîn daxuyaniya nivîski da û ev tişt gotin: “Li bajarê me di nava saeteke rojê de xwîşkeke me rastî tacîzê tê, pişt re berê çekê didin wê û gule li ser tên barandin. Ev hovîtî ye. Ev bûyer ne nû ye û polîs û leşker pê qaneh in ku tiştek li wan nayê. Em vê ji destdirêjiya Îpek Erê û çawişê pispor Mûsa Orhan ê ku digot ‘tiştek bi min nayê’ dizanin. 
 
‘EM Ê BIBIN ŞOPDARÊ BÛYERÊ'
 
Em ji serlêdanên li komeleya me tên kirin dizanin ku li bajarê me taybetî jî jinên ciwan rastî tacîzên sîstematîk ên polîs û leşkeran tên. Nayê qebûlkirin ku ev kesên bi hêzên di destê xwe de jinan ditirsînin, pêşiyê li giliyên wan digirin û xwe bi mertalên dewletê diparêzin, bibin berpirsê ewlehiya gel. Em destnîşan dikin ku em ê piştgirî bidin xwîşka xwe ya ku hatiye mexdûrkirin. Em ê bibin şopdarê bûyerê. Li dijî polîtîkayên li jinên bajarê me tên meşandin jin ne bi tenê ne. Bajarekî ewle ku di her saeteke rojê de karibe bê gerîn dê bi têkoşîna jinê ya bi rêxistinkirî bê avakirin. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî her cure tundiyê bila bibin yek.”