Reyhan Abdî û Delala du mehî hatin girtin!

  • jin
  • 11:29 30 Tebax 2022
  • |
img
STENBOL - Reyhan Abdî ya di 26’ê tebaxê de li Stenbolê hat binçavkirin, li gel pitika xwe ya du mehî hat girtin û ew şandin girtîgehê. 
 
Li Stenbolê Reyhan Abdî ya ji rojavayê Kurdistanê di 26’ê tebaxê de hatibû binçavkirin. Abdî duh derxistin dadgehê û bi îdiaya “endama rêxistinê ye” hat girtin û li pitika wê ya du mehî ya bi navê Delal şandin girtîgehê.
 
Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Stenbolê têkildarî girtina Abdu daxuyaniya nivîskî da û da zanîn ku Abdî sê rojan di binçavan de maye û bi awayek nehiqûqî hatiye girtin. OHD’ê destnîşan kir ku di dosyeyê de tu tiştek bibe delîla girtina Abdî nîne û pitika wê û zarokên wê yên sê û çar salî bêdayika xwe mane û bi zexta derûnî re rûbirû mane. OHD da zanîn ku girtina dayikê û pitika wê û bi tenê mayîna zarokên wê li dijî peymana mafê mirovan a zarokan ku Neteweyên Yekbûyî îmze kiriye ye.