Zilaman 2 jin qetil kirin

  • jin
  • 10:52 1 Îlon 2022
  • |
img

EDENE / AYDIN - Şermîn Sari li navçeya Yuregirê ji aliyê Erhan Poyraz ve bi îşkenceyê, Necla Aydogdu jî ji aliyê Mûstafa Aydogdû ve hatin qetilkirin. 

 
Şermîn Sari (24) li navçeya navendî ya Yuregir a Edeneyê ji aliyê Erhan Poyraz ê ku dest ji hev berdabûn ve hat qetilkirin. Hat zanîn ku Sari 2 sal berê ji Erhan Poyraz cuda bûye û 4 roj berê Erhan Poyraz gilî kiriye û derbarê wî de biryara dûrxistinê daye stendin. Tevî biryara dûrxistinê kujer Sari hatiye mala Sari û bi îşkenceyê ew qetilkiriye. Piştî îxbara hate kirin tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û tespît kirin ku Sari jiyana xwe ji dest daye. Hat zanîn ku Poyraz piştî bûyerê çûye qerekolê û teslîm bûye. Hat zanîn ku 2 zarokên Sari jî hene.
 
AYDIN 
 
Necla Aydogdû (33) navçeya Koçarli ya Aydinê ji aliyê zilamê ku pê re zewicî bû ve, bi amûreke birînê hate qetilkirin. Piştî îxbara welatiyan cendirme hatin cihê bûyerê û Mûstafa Aydogdû binçav kirin. 
 
Cenazeyê Aydogdû ji bo karûbarên otopsiyê birin Nexweşxaneya Sepandin û Lêkolînê ya Adnan Menderes.