‘Semra Guzel vîna 6 milyon hilbijêran e’

  • jin
  • 11:31 4 Îlon 2022
  • |
img
STENBOL - Jinan diyar kirin ku parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel vîna 6 milyon hilbijêran e û gotin: “Em li cem Semra Guzel in.”
 
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel ku parêzbendiya wê piştî hedef hatibû nîşandan hatibû rakirin û Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê wê de lêpirsîn dabû destpêkirin di 2’yê Îlonê de li Stenbolê hatibû binçavkirin. Guzel a ku birin Miduriyeta Polîsan a Stenbolê dema ji bo kontrola tenduristiyê birin nexweşxaneyê rastî mûameleya nebaş û tundiya polîsan hat. Guzel ku pişt re anîn Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê û bi îdiaya “endamtiyê rêxistinê” bi SEGBÎS’ê îfade da Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Enqereyê bi heman îdiayê hate girtin. 
 
Ji bo Guzel a ku duh ji bo îfadedayînê sewqî Edliyeya Stenbolê hat kirin bi dehan kes çûn edliyeyê û li bendê man ku derbarê Guzel de biryar bê dayîn. Berdevka Platforma Piştgiriya Sosyalîst (SODAP) Fatma Înce û endama Meclîsa HDP’ê Çîçek Ariç ên li ber edliyeyê li bendê bûn, nerazîbûn nîşanî girtina Guzel dan.
 
VÎNA 6 MILYON HILBIJÊR
 
Fatma Înce, diyar kir ku Guzel vîna 6 milyon hilbijêran e û got: “Em zextên li dijî wê hatine pêşxistin û hewldanên krîmînalîzekirina wê şermezar dikin. Û em bi biryar in ku li dijî vê têbikoşin.” 
Înce, diyar kir ku ev serdem serdemeke ku serwer qels bûne û desthilatdariya wan hejiyaye û wiha berdewam kir: “Bi taybetî di vê nuqteyê de hêza veguherîner a jinê, hêza tevgera jinê û mûxalîf jî gelekî girîng e, gelekî krîtîk e. Û HDP partiyeke girseyî ye ku vê mûxalefetê, vê tifaqê di nava xwe de vedihewîne û bi wan re di nava piştevaniyê de disekine. Êrîşên li hemberî parlamenterên jin ên di nava HDP'ê de têdikoşin gelekî tê fêmkirin. Lê belê di vê serdemê de wê ev êrîş hîn bêhtir bên qelskirin û pûçkirin.”
 
‘EM DI FERQA ÊRIŞAN DE NE’
 
Înce bi lêv kir ku HDP partiya hêzên çep ên sosyalîst, jin, çîna karker û demokrasiyê ye û got: “Di vê wateyê de em hemû komên sosyalîst, hemû dînamîkên mûxalefeta civakî em di ferqa êrîşên li dijî parlamenter Semra Guzel tên kirin de ne. Em di ferqa cudakariya ku tê xwestin di navbera têkoşîna gelê kurd û me de bê hûnandin de jî ne. Em ê vê pûc bikin. Em li dijî vê ne. Em heta dawiyê li pişt têkoşîna Semra wekîlê disekinin.”
 
‘EM LI CEM SEMRA GUZEL IN’
 
Çîçek Ariç da xuyakirin, ku ew girtina parlamenter Guzel a bi dengê gel hatiye hilbijartin qebûl nakin û parlamenterên HDP’ê yên beriya derbarê wan de doz hatin vekirin û girtin bibîr xist. Ariç di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Çi kiribûn? Di rastiyê de bi temamî axaftin û gotinên siyasî... Ji ber vê yekê tu nelirêtî nînin. Parlamenteriyên HDP’iyan ji ber ku li dijî vê sîstemê derdikevin, rexneyê lê dikin û rejîmê qebûl nakin, tên xistin. Bi taybetî bi rêya parlamenterên jin hewl tê dayîn ev bên kirin. Semra Guzel wekîla me ye. Parlamenterekî hilbijartî ye ku bi hezaran deng stendiye. Em her tim li cem Semra Guzel in.”