Jina ku tundî lê dihat kirin bi awayekî guman mir

  • jin
  • 14:16 8 Îlon 2022
  • |
img
EDENE - Celîle Hamî ya ku Fadil Hekîm tundiyê lê dikir û reviya mala birayê xwe û li wir bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. 
 
Celîle Hamî ku bi Fadil Hakîm re bi rêya zewaca olî zewicîbû, ji ber tundiya Hakîm reviya mala birayê xwe û li wir bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. 
 
Celîlê Hamî di sala 2014’an de ji Heleba Sûriyeyê hat Tirkiyeyê, 2 sal berê bi zewaca olî Fadil Hakîm re zewicî û li Mêrsînê bi cih bû. Celîle Hamî pêşi ji Fadil Hakîm tundiya derûnî pişt re jî tundiya fîzîkî dît.  Celîle Hamî tevî ku ducanî bû ji Fadil Hakîm tundî didît û ji ber vê tundiyê zarokê wê ji ber wê çû. Hamî ji ber tundiya ku didît reviya mala birayê xwe Mûhammed Hamî û jê re gotiye ku ew naxwaze vegere li cem Fadil Hakîm. 
 
BIRA: TU NIKARÎ LI VIR BIMÎNÎ
 
Celîle Hamî a ku bi birayê xwe Mûhammed Hamî re gotibû ew dixwaze ji Hakîm cuda bibe û pê re bimîne, ji birayê xwe vê bersivê digire: “Ew hevjînê te ye, tu dê vegerî cem wî. Tu nikarî li vir bimînî.” 
 
BIGUMAN JIYANA XWE JI DEST DA
 
Cîranên Cemîle Hamiya ku nedixwest vegere mala ku lê tundî didît, cenazeyê Hamî li ser banê mala birayê wê dîtin. Tîmên tenduristiyê yên ku piştî ixbarê hatine, diyar kirin ku Hamî jiyana xwe ji dest daye. Polîsên ku li cihê ku bûyer lê qewimîbû hin lêkolîn kirin û cenazeyê Hamî ji bo otopsiyê birin morga Saziya Tiba Edlî ya Edenê. 
 
Hat destnîşankirin ku Cemîle Hamî ber bi xwekuştinê ve hatiye arastekirin. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.