Jinan piştgirî da Semra Guzel a hate girtin

  • jin
  • 13:55 12 Îlon 2022
  • |
img
MÊRSÎN - Platforma Jinan a Mêrsînê bertek nîşanî hewldana ser tewandina parlamentera HDP’ê Semra Guzel a hate girtin da û wiha got: “Ev tune hesibandina vîna jinê ye.”
 
Platforma Jinan a Mêrsînê li dijî binpêkirinên mafan ên zêde dibin, îşkence û bêedaletiyê li Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) daxuyanî da. Di daxuyaniya ku pankarta “Jin serî natewînin” lê hate vekirin de endama Platforma Jinan a Mêrsînê Zeynep Kaya axivî. 
 
‘VÎNA JINAN TUNE HATE HESIBANDIN’
 
Kaya, bal kişand ser tundiya li ser jinan ku her diçe zêde dibe û da zanîn ku tevî komkujî û tundiya tê kirin faîlên ku ji dewletê hêzê digirin jiyana xwe didomînin. Kaya, bertek nîşanî teşeyê binçavkirina parlamentera HDP’ê Semra Guzelê û got: “Kelemçekirina bi paş ve, kişandina pora wê û hewldana tewandina serê Guzelê tunehesibandina vîna jinan e. Lê bila baş were zanîn ku em weke rêxistinên jinan li her qadê em têkoşîna welatekî azad, wekhev, bêyî cudatiya netew, bawerî, zayendî lê hebe didin, em ê têkoşîna xwe jî bidomînin.”