Pakîstan Demîr tevî 5 biryarên ‘dûrxistinê’ jî hate qetilkirin

  • jin
  • 16:00 18 Îlon 2022
  • |
img
MÊRDÎN - Birayê Pakistan Demîr, Ahmet Demîr destnîşan kir ku tevî xwîşka wî 5 biryarên “dûrxsitinê” da girtin jî ji aliyê Mehmet Emîn Oner ve li Kerboranê hate qetilkirin.  
 
Pakîstan Demîr (34) ji aliyê  Mehmet Emîn Oner ê ku bi zewaca olî pê re zewicîbû, di 16’ê îlonê de li gundê Zengan a navçeya Kerboran a Mêrdînê hate qetilkirin. Demîr ku bi salan awayekî sîstematîk tundî lê dihat kirin, li cem her du zarokên xwe hate qetilkirin. Piştî bûyerê cendirmeyan Oner binçav kirin û hat zanîn ku Oner şandine girtîgehê. 
 
Hat hînbûn ku  Demîr a hatiye qetilkirin gelek caran der barê faîl Oner de biryara “dûrxistinê” daye girtin. Her carê malbat diketin navberê û Demîr dîsa vedigerandin mala xwe. Her ku tundî dom kir, Demîr bi zarokên xwe ve vegeriya cem malbata xwe û xwest dest ji Oner berde. 
 
VEGUHERÎ ÎŞKENCEYÊ
 
Birayê Demîr ê bi navê Ahmet Demîr der barê bûyerê de ji ajansa me re axivî û wiha got: “Xwîşka min 4 an jî 5 caran çû cem cendirmeyan û ji dozgeriyê biryara dûrxistinê da girtin. Lê tu sûda van biryaran tune bû. Xwîşka min nediwêriya biçe destşoyê jî. Di serî de lêdixist pişt re ev yek vegûherî îşkenceyê. Di serî de ji me re nedigot û diçû Mêrdînê ‘Malên Hewînê' dipirsî û dixwest dest ji Oner berde. Her carê malbata Oner dihat û ji me re digotin careke din tundî nabe. Ji ber ku zarokên wê hebûn her carê xwîşka min qaneh dibû û diçû. Di pêvajoya dest jê berdanê de jî tehde nesekinî û gef li wê dixwar.”
 
‘DIVÊ JI GIRTÎGEHÊ DERNEKEVE’
 
Demîr destnîşan kir ku ki gorî fikra wan Oner roja bûyerê ji bo ku xwîşka wî bikûje plan amade kiriye û axaftina xwe wiha qedand: "Gumanên me hene ku dadger bi hinceta 'bendiyê tiryakê ye' wî 6 meh piştre berde. Daxwaza me ew e ku Oner bi tu awayî ji girtîgehê dernekeve. Divê tahdeya li xwîşka min kiriye bê vegotin. Divê teqez ji girtîgehê dernekeve.”