HDP dê ji bo Jîna Mahsa Amînî dakeve qadan

  • jin
  • 14:00 21 Îlon 2022
  • |
img
ENQERE - HDP wê sibê li her cihê ku lê birêxistinkirî, bi armanca piştgiriya ji bo protestoyên ku piştî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî dest pê kir, dakeve kolanan. Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran wiha got: “Em ê bi hev re biqîrin ku wê azadiya jinê azadiya civakê pêk bîne.” 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê qetilkirina Jîna Mahsa Amînî ya ku li Îranê ji ber porê wê dihate dîtin hate kuştin şermezar bike û wê daxuyaniyên piştgiriyê bide nerazîbûnên ku li Îranê zêde dibin. Di vê çarçoveyê de wê rêxistinên partiyê yên bajaran sibê saet 13.00’an de daxuyaniyeke hevpar bidin.
 
Di bernameya çalakiyê ya Komîsyona Meclisa Jinan û Rêxistinkirinê ya HDP’ê de, wê ji bo gelên li dijî ferzkirinên rejîma Îranê li ber xwe didin peyama piştevaniyê bide. HDP li gel 51 bajar û zêdetirî 400 rêxistinên navend û navçeyan wê sibe qetilkirina Jîna Mahsa Amînî protesto bike û têkoşîna bi hev re ya li dijî desthilatdariyên ferzkirinê destnîşan bike.
 
Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran a têkildarî çalakiya ku dê bikin ji Ajansa me ya Mezopotamyayê re axivî, bi lêv kir ku tabloya li Îranê derketiye holê bandora ferzkirinên pergala serweriya zilam e. 
 
DESTNÎŞANKIRINA TÊKOŞÎNA HEVPAR
 
Başaran, anî ziman ku li bajarên Tirkiyeyê û Kurdistanê piştevaniya bi jinên îranî re zêde dibe û wiha got: “Em jî weke HDP bi hemû rêxistinên xwe re wê li gelek bajaran bale bikişînin ser zextên li Îranê û em ê bi lêv bikin ku em bi wan re di nava piştevaniyê de ne û bibêjin têkoşîna hevpar a jinan û civakan lêferzkirinên desthilatan ên bi vî awayî wê ji holê rakin.”
 
‘AZADBÛNA CIVAKÊ’
 
Başaran, bi bîr xist ku li Tirkiyeyê desthilata AKP’ê û MHP’ê jî li dijî jinan û civakan zextê dike û wiha axivî: “Êrişên li dijî partiya me, li dijî hevserokatiya me Peymana Stenbolê hene û her roj jin tên qetilkirin. Desthilata bi heman hişmendiyê heye. Em jî dê ji vir dengê xwe bilind bikin bêjin di nava piştevaniyê de ne û bêjin li dijî van hişmendiyan em ê bi hev re biqîrin ku wê azadiya jinê azadiya civakê pêk bîne.”