Jina ku ji bêgavî dest ji Îranê berda: Divê gel di vî şerî de bi ser bikeve

  • jin
  • 09:04 23 Îlon 2022
  • |
ÎZMÎR - M.G. ku ji ber rejîma çewisîner a Îranê dest ji welatê xwe berdaye û hatiye Tirkiyeyê, bang li parêzvanên mafên mirovan kir û got: "Em bibin dengê jinên Îranê. Divê gel di vî şerî de serbikeve."
 
Jîna Mahsa Emînî ya 22 salî ku di 13'ê Îlonê de li Îranê ji aliyê polîsên "exlaqê" ve bi hinceta "porê wê xuya dike" rastî îşkenceyê hatibû, di 16'ê Îlonê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Piştî mirina Emîniyê gelê Îranê li dijî rejîma çewisîner a Îranê serî rakir. Greva ku di 19’ê Îlonê de li seranserê welêt dest pê kir, 24 bajar beşdarî wê bûn û li 13 bajaran jî çalakiyên protestoyî yên girseyî didomin. Di çalakiyên protestoyî de heya niha gelek kesan jiyana xwe ji dest daye û gelek kes jî birîndar bûn. Rêxistina Mafên Mirovan Hengaw ku li Îranê dixebite, ragihand ku di dema grevê de zêdetirî 250 welatiyên kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatine revandin.
 
Jinên ku pêşengiya çalakiyan dikin, bi dirûşmeya "jin jiyan azadî" li kuçe û kolanan e. Her wiha li çar hawirdorê cîhanê jî piştgiriya çalakiyên jinan tê kirin 
 
M.G. ya 29 salî ku nexwest navê wê bê eşkerekirin û di sala 2016'an de ji ber rejîma çewisîner a Îranê ji bêgavî dest ji welatê xwe berdaye û hatiye Tirkiyeyê, têkildarî binpêkirinên mafan ên li Îranê û serîhildana jinan axivî. 
'BINPÊKIRIN JI DAYIKBÛNÊ VE DEST PÊ DIKIN'
 
M.G., anî ziman ku li Îranê mafên jinan tên binpêkirin û şert û mercên girtîgehê li wan tên ferzkirin û got ku dema doza mafên xwe dikin jî bi tahde û mirinê re rû bi rû dimînin. M.G anî ziman ku ji ber vê sedemê ji bêgavî ji Îranê koç kiriye û wiha got: “Li Îranê jin ji dayikbûnê ve rastî tahdeyê û binpêkirinên mafan tên. Lewma malbat dixwazin zarokên wan ên ewil kur bin. Di vî warî de dayik bi tahdeya derûnî re rû bi rû dimîne. Li Îranê li hin cihan hîn jî sinetkirina jinan heye. Dema tu mezin dibî, di 6 saliya xwe de dest bi dibistanê dikî û divê tu çarşefê li xwe bikî. Li dibistanên me jin û mêr ne dinava hev de ne û çendî mamoste hemû jin in jî, em ji bêgavî çareşefê li xwe dikin. Tenê çav û destên me xuya dikin. Zarokên biçûk bêyî ku wateya wê zanibin bi wan cilan re rû bi rû dimînin. Her wiha dersên dînî yên mecbûrî jî tên dayîn."
 
ÇALAKIYÊN ÇARŞEMA SPÎ
 
M.G. diyar kir ku dema li Îranê dest bi xwendina zanîngehê kiriye lê hay bûye ku pergala heyî şaş e, lê nizanibûye divê çi bê kirin. M.G. bilêv kir ku paşê feminîzmê nas kiriye û tevlî çalakiyan bûye û wiha got: “Li Îranê çalakiya herî biçûk jî bi tundî, girtin an jî mirin bi dawî dibe. Dema ez li wir bûm, çalakiyên 'Çarşema Spî' hebûn ku ji aliyê Masîh Alînejadê ve hatibûn destpêkirin. Berê me roja çarşeman şara spî dida serê xwe û em derdiketin derve. Ne tenê rojên çarşeman, me li hemû deverên ku polîs lê tune bûn wiha dikir. Ji ber vê yekê çend caran bi hinceta 'şara te şiqiqtiye' belgeyên hişyariyê hatin malê. Dema em li kafeyekê rûniştana ger li maseya kêlekê mêr hebûna, polîsên exlaqê diketin kafeyê û me hemûyan binçav dikirin. Bi taybetî jî aktîvîstên femînîst digirtin û wan dibirin ku çi dihat serê wan kesî nizanibû. Piraniya wan di girtîgehan de rastî destdirêjiyê tên û tên kuştin."
 
M.G., bilêv kir ku rejîma çewisîner a Îranê 43 sal in pîvanên îslamî li gorî xwe pêk tîne û got ku rejîma heyî bi temamî baviksalarî ye. M.G. wiha domand: “Em bûyerên qewimî protesto dikin, lê di hemû xwepêşandanan de rasterast mirovan dikujin û digirin. Gelek kes mirin, lê dîsa jî rejîm ji holê ranebû. Li wir mafê jineke zewicandî ya destjêberdanê tune ye, mafê wê ku wekaleta zarokên xwe bigire tune ye. Tenê gava hevjînên wan destûrê bidin dikarin derkevin derveyî welêt. Beriya zewacê jî hemû maf di destê bav de ne û gava tu bizewicî divê bav îmzeyê bide. Piştî zewacê jî hemû maf dikevin destê hevjînê te."
 
'DIVÊ GEL BI SER BIKEVE'
 
M.G. destnîşan kir ku Jîna Mahsa Emînî jî ji ber van polîtîkayên çewisîner hatiye qetilkirin û têkildarî serîhildana gel de ev tişt gotin: "Êdî di xwepêşandanên ji bo Jîna Mahsa Emînî de kes natirse. Êdî em mirinê didin ber çavên xwe û çi ji destê me tê em dikin. Em vê yekê jî ji bo xwe û ji bo paşeroja Îranê dikin. Ji ber ku êdî em bêzar bûne. Em vê Komara Îslamî naxwazin. Niha em pir bihêztir in. Jin bi taybetî di eniya herî pêş de, şarên xwe dişewitînin, diçin pêşiya polîsan digirin û li wan dixin, wesayîtên wan diqelibînin, wêneyên Rûhûllah Xumeynî radikin. Tiştên mezin dikin. Hingî me kuştin, êdî em wan naxwazin. Şerekî mezin heye. Êdî divê gel di vî şerî de bi ser bikeve."
 
BANG LI JINÊN ÎRANÊ KIR
 
M.G., bang li aktîvîstên jin û parêzvanên mafên mirovan kir û wiha got: “Em bibin dengê jinên Îranê. Dengê me ditepisînin, me bêdeng dikin û dikujin. Piştgiriya we ji bo me pir girîng û hêja ye. Em li benda piştgiriya aktîvîstên li çaraliyê cîhanê ne."
 
MA / Delal Akyuz