Jina ducanî bi awayekî biguman birîndar bû

  • jin
  • 11:44 23 Îlon 2022
  • |
img
AMED - Z.Ş. ya 5 meh in ducanî ye ku li navçeya Rezanê di qata duyemîn a avahiyeke 8 qatî de dijî, bi awayekî biguman di şaneşînê de ket. 
 
Li navçeya Rezan a Amedê Z.Ş. ya ku 5 meh in ducanî ye di qata duyemîn a avahiyeke 8 qatî de dijî, bi awayekî biguman di şaneşînê de ket. Bûyer duh bi şev pêk hat. Kesên ku dîtin Z.Ş. ket tîmên tenduristiyê agahdar kirin. Li ser vê yekê tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û Z.Ş. sewqî nexweşxaneyê kirin. Hate hînbûn ku xetereya jiyanî ya Z.Ş.’yê didome. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.