Ji bo piştgiriya bi jinên îranî re bang: Werin em agirê serhildanê geştir bikin

  • jin
  • 12:21 23 Îlon 2022
  • |
img
MÊRSÎN - Ji Tora Parastina Jinan Çîgdem Serîn banga piştevaniya bi çalakiyên li Îranê re kir û wiha got: “Ev agirê serhildana ji bo welatekê wekhev û azad e. Têkoşîna jinên îranî veguherî berxwedaneke rasteqîn. Divê em agirê serhildanê yê jinên îranî geştir bikin.”
 
Jina ciwan a kurd Jîna Mahsa Amînî (22) li Tehranê bi hinceta ku “pora wê xuya dike” ji hêla “polîsên exlaqê” yên rejîma Îranê ve hat binçavkirin û bi îşkenceyê hat qetilkirin. Bi qetilkirina Amînî re di serî de li rojhilatê Kurdistanê, li seranserî Îranê çalakiyên mezin hatin lidarxistin û ev çalakî hêj berdewam in. Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî jinan piştgirî dan çalakiyên jinên îranî û li dijî rejîmên zextker daketin kolanan. 
 
Yek ji jinên li Mêrsînê daketî kolanan jî Şîrîn Salîhî ye ku 7 sal berê ji ber zextên rejîma Îranê ji welatê xwe koç kir û li Tirkiyeyê bi cih bûye. Salîhî, diyar kir ku li Îranê nedihiştin jin biaxivin jî û bal kişand ser xextên li ser jinan. Salîhî, diyar kir ku li Tirkiyeyê jî heman sepan li dijî jinan di meriyetê de ne û wiha got: “Jin êdî li kolanan li ber xwe didin û hêviyê didin me. Jinên îranî li kolanan serî hil didin û li ber xwe didin. Îro zilam jî li gel jinan li ber xwe didin. Dê ev hikûmet bi saya têkoşîna jinan hilweşe. Kesek vê hikûmetê naxwaze. Em Komara Îslamî naxwazin, azadiyê dixwazin. Mîna li Îranê, li Tirkiyeyê jî jin rastî îşkenceyên dewletê tên û kesên li mafên xwe digerin tên girtin.” 
 
JIN SEMBOLA BERXWEDANÊ NE 
 
Ji Tora Parastina Jinan Çîgdem Serîn jî ji bo jinên îranî daketibû qadan. Serîn, anî ziman ku tevî zextên rejîma Îranê jî jin bi sala ye têdikoşin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dijî serdestiya zilam ku tehekûma xwe li ser jiyan û bedena jinan ferz dikin, jin bûn sembola têkoşînê. Qetilkirina Jîna Amînî, agirê serhildanê li Îranê dîsa vêxist. Ev, agirê serhildanê yê ji bo welatekî wekhev û azad e. Dê nekarin vî agirê azadiyê vemirînin. Têkoşîna jinan a bi salan êdî veguherî bexwedaneke rasteqîn. Di esasê xwe de vê berxwedanê hemû jinên cîhanê xist nava liv û tevgerê. Di serî de jinên îranî, hemû jin daketin qadan û tev li çalakiyan bûn. Dewleta mêr baş dizane bê ka agirê serhildanê yê jinan desthilatdariya wan çawa dê bihejîne.”
 
BANGA GEŞKIRINA AGIRÊ SERHILDANÊ 
 
Serîn, da zanîn ku heman tiştên bi serê jinên îranî tên kirin, îro li Tirkiyeyê li dijî jinan tên kirin û axaftina xwe wiha qedand: “Em vê faşîzmê baş nas dikin. Tiştên li wir li dijî kurdan, hunermendan û rewşenbîran tên kirin, îro li Tirkiyeyê jî tên kirin. Weke jinên li Tirkiyeyê divê em jî agirê serhildanê yê jinên îranî geştir bikin. Laçikên reş ên jinên îranî diavêjin, laçikên reş ên li ser jiyana me ne. Banga min li hemû jinên Tirkiyeyê ew e ku vî agirê femînîst geştir bikin, bêhtir piştevaniyê bidin jinên îranî û tev li têkoşîna li dijî van desthilatdariyên faşîst bibin.” 
 
MA / Mukadder Akyol