Demîr jî weke Amînî bi heman hincetê hatiye qetilkirin: Dersoka wê vebû!

  • jin
  • 10:09 24 Îlon 2022
  • |
img
MÊRDÎN - Mehmet Emîn Oner ê li navçeya Kerboranê Pakîstan Demîr qetil kir, vekirina dersoka wê kir hincetê cînayetê. 
 
Jina kurd a 22 salî Jîna Mahsa Amînî ya li bajarê Tehrana Îranê bi îdiaya ku li gorî “qûralên îslamî” dersok li serê xwe nekiriye ji aliyê “polîsên exlakê” ve bi îşkenceyê hate qetilkirin. Di pêşengtiya jinan li gelek navendan serhildan çêbûn. Pakîstan Demîr jî di 16’ê îlonê de li Mêrdînê ji aliyê hevjînê xwe Mehmet Emîn Oner ve hate qetilkirin. Faîl Oner piştî bûyera li çoltera gundê Zengan a navçeya Kerborana Mêrdînê qewimî, ji aliyê dadgeha ku derxistinê ve hate girtin û şandin girtîgehê. Derket holê ku di zewaca Demîr ya 10 salan de tundî lê hatiye kirin, ji ber tundiyê careke pitixê xwe xistiye, derbarê Oner de 5 caran biryara dûrxistinê daye girtin û 2 caran jî li stargehê bi cih bûye. Lê Demîr a her carê bi mudaxileya malbatan re neçar ma bi Oner re bijî, tevî ku roja Demîr hatiye qetilkirin li nêzî cihê bûyerê qereqola cendermeyan hebûye jî mudaxileyî bûyerê nekiriye. 
 
Operatorekî kepçeyê ku xwest mudaxileyî bûyerê bike jî birîndar bû. Lêpirsîna ku piştî qetilkirina Pakîstan Demîr hatibû dest pê kirin berdewam dike. Di rapora otopsiyê ya Demîr de li ser laşê wê 14 jê derbên kuştinê 49 şopên kêrê hatin tespîtkirin. Îfadeya faîl Oner derket holê. 
 
DI PARASTINA XWE DE VEKIRINA DERSOKA WÊ KIR HINCET 
 
Faîl Oner di îfadeya xwe de diyar kir ku roja bûyerê ji bo daran kom bike bi motosîkleta xwe ya bisepet ber bi gund ve bi rê ket û bi lêv kir ku rojekê beriya bûyerê madeyê hişbirê bikaranî ye. Oner, diyar kir ku dema ji malê derket di bin bandora hişbirê de nebûye Û têkildarî cînayetê de wiha îdia kir: “Ez li ser hişê xwe bûm, her tişt normal bû.” Oner, da zanîn ku roja bûyerê Pakîstan Demîr û 2 zarokên wê di sepeta motorê de bûn û wiha got: “Di dema rêwitiyê de dersoka hevjîna min ketibû, min dersoka wê bi destê xwe rast kir û li serê wê kir. Pişt re nêzî deqîqeyekê dersoka xwe ji serê xwe kir û avêt pişte. Min jî dema jê re got ‘tu çi dikî? Çima wisa dikî?’ wê jî ji min re got ‘hewa xweş e, ez serbest im’. Di nav sînorên gundê Zengan de li hemberî kana keviran a Sepetçîogûllari li ser rêya Kerboran û Basayê dema em gihiştin tabelaya navçeya Basayê min xwe winda kir û ji berîka xwe ya rastê kêr derxist û li laşê hevjîna xwe da. Min çend cara lê da nayê bîra min.”
 
Oner, di berdewama axaftina xwe de naveroka cînayetê vegot û qebûl kir ku bi zanebûn hevjîna xwe kuştî ye.
 
MA / Ahmet Kanbal