TJA 4’emîn Konferansa xwe ya Jinan li dar dixe

  • jin
  • 09:06 25 Îlon 2022
  • |
img
ÊLIH - 4’emîn Konferansa Jinan ku TJA, bi dirûşmeya “Em li dijî faşîzmê bi biryar û di azadiyê de bi israr in” li Êlihê li dar dixe, di roja duyemîn de berdewam dike. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), 4’emîn Konferansa Xwe ya Jinan bi dirûşmeya “Em li dijî faşîzmê bi biryar û di azadiyê de bi israr in” li eywaneke konferansê ya li Êlihê li dar dixe. Ji gelek bajarên Tirkiyeyê û Kurdistanê 700 delege beşdarî konferansa ku duh dest pê kir û îro ji çapmeniyê re vekirî berdewam dike, bûn. 
 
BERXWEDANA JINÊN KURDAN
 
Di roja ewil a konferansê de bal hat kişansin ser berxwedana piştî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî ya ji aliyê “polîsên exlakê” yên Îranê ve hatiye destpêkirin. Di konferansa ku berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kirî û belavî Îranê bûyî hate silavkirin de, mijarên tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, talankirina xwezayê, polîtîkayên şerê taybet, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş, tundiya li ser jinê û xizaniya jinê hatin nirxandin. 
 
Di roja duyemîn a konferansê de jî tê payîn ku ji Tirkiye, Rojhilata Navîn û Ewropayê partiyên siyasî, komele, parazvanên mafên jinan û aktîvîst beşdar bin
 
BERNAMEYA ROJA DUYEMÎN
 
Di konferansê de piştî axaftina vekirinê wê hilbijartina dîwanê were kirin. Konferansa ku piştî nîşandana sînevîzyonê wê bi xwendina peyamên ji girtîgehê dewam bike, piştî nîqaşkirina têkoşîna jinên kurd û bandorên wê yên di sedsala 21'an de, têkoşîna jinê ya li Tirkiye, Rojhilata Navîn, Bakurê Afrîkayê û cîhanê, rêbazên derketinê û têkoşîna hevpar, wê bi xwendina encama danezanê bi dawî bibe.