Li pêş konsolosxaneya Îranê şermezar kirin: Jin dê rejîma Îranê hilweşînin

  • jin
  • 17:02 26 Îlon 2022
  • |
img
STENBOL - Jinên îranî ku qetilkirina Jîna Mahsa Amînî li pêş Konsolosxaneya Îranê şermezar kirin, bi lêv kirin ku wê rejîma Îranê hilweşînin. 
 
Jinên îranî yên li Tirkiyeyê dijîn, kuştina jina kurd Jîna Mahsa Amînî ya ji aliyê “polîsên exlaqê” ve li Îranê, şermezar kirin û ji bo piştgiriyê bidin xwepêşandanên şermezarkirinê yên didomin, li ber Konsolosxaneya Îranê ya li navçeya Fatîhê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên Mahsa Amînî û jinên li Îranê ji aliyê rejîmê ve hatine qetilkirin hatin hilgirtin û dowizên “Ji Komara Îslamî re na” , “Tirkiye gelê Îranê tenê nehêle” , “Piştî Mahsa Amînî ji aliyê rejîma Îranê ve bi sedan mirov hatin kuştin” hatin hilgirtin. 
 
Jinên tev li çalakiyê bûn bi lêv kirin ku Komara Îslamî ya Îranê komkujiyan dike. Nivîskara îranî Sebîte Dervîş a tev li çalakiyê bû da zanîn ku 3 pirtûkên wê hatin qedexekirin ji ber vê hate binçavkirin û îşkence lê hate kirin û bal kişand polîtîkayên zextker ên rejîma Îranê. Dervîş, bi lêv kir ku derbarê wê de 17 sal cezayê hefsê hatiye birîn. Dervîş, anî ziman ku ji ber vê neçar ma ji Îranê bireve. 
 
‘DAWIYA REJÎMA MOLLA HAT’
 
Dervîş, anî ziman ku ewlehiya canê jinên ku li Îranê dijîn nîne û xwest jinên tirkiyeyî piştevaniya gelê Îranê bikin. Dervîş, berxwedana li Îranê didome silav kir û wiha got: “Êdî dawiya rejîma molla hat. Wê mollayan jin hilweşînin û em ê li welatekî azadtir bijîn.”
 
Di çalakiyê de jina bi navê Leyla ku ji ber ewlehiyê paşnavê xwe aşkere nekir jî wiha axivî: “Her tim tirs hînî me kirin. Ji ber em tirsiyan me nekarî daxwaza mafên xwe bikin. Tirs weke dilovaniyê nîşanî me dan. Em êdî ji jiyana di nava tirsê de bêzar in.”
 
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.