Xwendekara îranî: Jinan şoreş da destpêkirin

  • jin
  • 09:58 30 Îlon 2022
  • |
img
ENQERE - Xwendekara îranî N.R. da zanîn ku ji biçûkatiyê heta niha gelek caran rastî zexta “polîsên exlaqê” hatiye û wiha got: “Jinên îranî zilam li pey xwe hiştin û şoreş dan destpêkirin.” 
 
Jina ciwan a kurd Jîna Mahsa Amînî (22) li Tehranê bi hinceta ku pora wê xuya dike, di 16’ê îlonê de ji hêla “polîsên exlaqê” yên rejîma Îranê ve bi îşkenceyê hat qetilkirin. Bi qetilkirina Amînî re di serî de li rojhilatê Kurdistanê, bi pêşengtiya jinan li seranserî Îranê çalakiyên mezin hatin lidarxistin û ev çalakî hêj berdewam in. 
 
Yek ji xwendekarên îranî ku ji bo perwerdeyê hatiye Tirkiyeyê N.R., têkildarî çalakiyên li Îranê bi ajansa me ra axivî. 
 
AZADIYA ŞEXSÎ TUNE YE
 
N.R., anî ziman ku azadiya şexsî ya jinan  li Îranê tune ye û wiha got: “Cara ewil di 13 saliya xwe de ji hêla polîsên exlaqê ve hatim hişyarkirin. Girtekeke devkî ya weke ‘dema pora min ewqas xuya dike ez li derve nagerim’ amade kirin. Bi taybet jî di dema Ahmedînejad de li her kolanê bûn. Gelemperî ji 3-4 jinên biçerşef û 2 zilaman pêk tên. Her carê jinan ez hişyar kirim – li gorî şirîetî mêr nikarin destê xwe bidin jinê- lê belê dema mirov li ber xwe dida jî tundî bi kar tînan. Di 16 saliya xwe de ji hêla polîsên exlaqê ve hatim girtin û birin girtîgehê. Min jî wê demê hinek li ber xwe da. Ji hêla fîzîkî ve nêzî min nebûn lê polîsên exlaqê yên zilam ketin dewrê, qêriyan û gotin; ‘rûne cihê xwe em ê te bibin.’ Ez hêjta biçûk bûm û digiriyam. Lewma zû berdan. Gelemperiya keçên tên girtin bi şev li wir dimînin û piştre dişînin dadgehê. Dema ev bûyer sê caran pêk hat jî êdî qeyda sabiqeyê çêdikin. Tenê ji ber ku pora te hinek ji derve xuya dike, bi rehetî te dibin.” 
 
AMÛRA ZEXTÊ YA CIVAKÎ
 
Bi domdarî N.R. diyar kir ku “polîsên exlaqê” di her rewşê de li malbatan digerin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li bajarên biçûk weke amûra zexta civakî bi kar tînin. Ji sedî 70’ê kesên ji Îranê derdikevin ji ber van zextan derdikevin. Vê yekê bandoreke mezin li ser min jî kir. Ji ber ku ew strês ciwantiya mirov serûbin dike. Li dijî min tundiya fîzîkî bi kar ne anîn lê helwesta wan mirov biçûk dixe û mirova xwe nebaş hîs dike. Ev tevek jî ji ber xuyakirina hinek pora te ye. Ev tenê bûyereke biçûk e. Li hêla din cezayê qamçiyê jî heye. Li Îranê gelemperiya jiyana jinan hatiye bisînorkirin. Dixwazî êvarekî biçî bi hevalê xwe re qehweyekê vexwî lê nikarî vê jî bi rehetî bikî. Ji ber ku dibe polîsên exlaqê te bigirin. Dibe ku li kolanê, li kafeyekê yan jî di wesayîtekê de te bigirin. Ev stres her tim li ser jinan heye.” 
 
JINAN ŞOREŞ DA DESTPÊKIRIN
 
Di berdewamê de N.R. bal kişand ser serhildana jinan a li Îranê û axaftina xwe wiha qedand: “Têkoşîna jinan a li Îranê ez gelek hestiyar kirim. Di hefteya duyemîn a şoreşa Îranê de Ruhullah Humeynî dersok ferz kir. Bi hezaran jin li Zanîngeha Tehranê kom bûn û li dijî rejîmê çalakî li dar xistin. Wê demê bêdeng neman. Xwedî tecrubeyeke 40 salî bûn û ev jî bû pila dawî. Xwedîderketina jinan a li hev pir bibandor e. Jinek hewl dide jineke din ji nava 4-5 polîsan xelas bike. Li Kurdistanê jinek dema bi zarokê xwe re di wesayîtê de diçe, zarokê xwe dihêle û diçe hewl dide zilamekî ji destê polîsan xelas bike. Ez bi wê hêz û cisareta jinan pir şanaz im. Zilam li pey xwe hiştin û şoreş dan destpêkirin û didomînin. Beriya niha jî li Îranê çalakî çêbûn lê tu carî ewqas dirêj berdewam nekirin û li cîhanê belav nebûn. Mahsa Amînî kurd bû lê hemû herêm rabû ser pêyan. Tevahiya welêt bi hev re tevdigere û ev gelek delal e.”