MKGP: Dê pênûsa Nagihan Akarsel li erdê nemîne

  • jin
  • 15:50 4 Cotmeh 2022
  • |
img

STENBOL - MKGP’ê bi daxuyaniyekê raighand ku bi qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel re têkoşîna jinan û heqîqetê hedef hatiye girtin û got: “Pênûsa Nagihan Akarsel dê li erdê nemîne.” 

 
Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) der barê qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û edîtora Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel ku li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federal a Kurdistanê Başûrê Kurdistanê di encama êrişeke çekdarî de hat qetilkirin, daxuyaniya nivîskî da. MKGP'ê di daxuyaniyê de ragihand ku zîhniyeta ku li Başûr Akarsel qetil kirî û zîhniyeta ku li Îranê jina kurd Jîna Mahsa Amînî qetil kirî heman zîhniyet e. MKGP’ê diyar kir ku ev zîhniyet, kîn û hêrsa xwe ya li dijî jinên kurd bi her awayî nîşan dide. 
 
Daxuyaniya MKGP’ê ya têkildarî qetilkirina Akarsel wiha ye: 
 
“Îro Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û edîtora Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel a ku di heman demê de bi salan rojnamegerî jî kiribû, di encama êrişa çekdarî de li bajarê Silêmaniye yê başûrê Kurdistanê hat qetilkirin. Nagîhan a ji bajarê Konyayê, karê rojnamevaniyê, nivîskariya rojname û kovarên jinan kiribû. Heta niha mohra xwe li binê gelek karên lêkolînê yên der barê jinan li Kurdistanê û derveyî welat dabû. Çend sal bû li Silêmaniyeyê ji bo bingeha akademiya Jineolojiyê li başûrê Kurdistanê dixebitî. 
 
ZÎHNIYETA AKARSEL QETIL KIRÎ YA AMÎNÎ QETIL KIRÎ HEMAN ZÎHNIYET E 
 
Êriş, tundî, binçavkirin, girtin, îşkenceya li dijî jinên kurd ên çalakger, rojnameger, siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan didomin. Bi êrişa li ser Nagîhanê re em careke din bû şahid bê ka ev pergal li dijî jinên kurd xwedî bêtehemûliyeke çawa ye. Zîhniyeta ku li başûrê Kurdistanê endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel qetil kirî û zîhniyeta ku li Îranê jina kurd Jîna Mahsa Amînî qetil kirî, heman zîhniyet e. Ev zîhniyet kîn û hêrsa dilê xwe ya mezin li dijî jinên kurd her roj bi awayekî din derdixe holê. Li her çar aliyên Kurdistanê jinên kurd dike hedef. Herî dawî li rojnamegerên jinên kurd Hatîce Şahîn, Sadiye Eser û Nûrcan Yalçin jî ceza hatibû birîn û bi vê rêyê hat xwestin ku rê li ber xebat û têkoşîna jinan bê girtin. Lê belê li dijî êrişan têkoşîn, serhildan, bertek û xwedîderktina nasnameya jinên kurd jî didome. Em wekî Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê diyar dikin ku hedefgirtina Nagîhan Akarsel hedefgirtina îradeya jinên kurd û gelê kurd e. Em hedefgirtina jinên kurd bi zimanekî tund şermezar dikin û dibêjin ku wê tu êriş, gef, tundî, îşkence, binçavkirin, zext û zordestî nekarin pêşiyê li têkoşîna jinên kurd a bi salan bigire."