Jin ji bo Akarsel daketin qadan: Em ê bi ruhê Nagihanê têkoşînê mezintir bikin

  • jin
  • 16:43 5 Cotmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo protestokirina qetilkirina Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel, li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn. Jinan ev peyam dan: “Em ê bi ruh û mîrasa Nagihanê, têkoşîna xwe mezintir bikin.” 
 
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel duh li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federal a Kurdistanê di encama êrişeke çekdarî de hat qetilkirin. Bi mebesta protestokirina qetilkirina Akarsel, li gelek bajaran jin daketin qadan û peyama têkoşînê dan. 
 
RIHA 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Endamên Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo protestokirina qetilkirina Akarsel çalakî li dar xist. Jinên ku li pêşiya Rêxistina HDP’a Rihayê hatin ba hev, wêneyên Akarsal rakirin û bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ber bi Navenda Kargehan a Ahmet Bahçivan a li navçeya Halîliye ya Rihayê ve meşiyan. Di heman demê de Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Rihayê, pêkhateyên Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Rihayê, Platforma Jinan a Rihayê û gelek welatiyan jî piştgirî dan çalakiyê. Di daxuyaniyê de dovîzên “Jin, jiyan, azadî” hatin vekirin û Endama Meclisa Partiyê (PM) a HDP’ê Sevda elîk Ozbîngol axivî. Ozbîngol, qetilkirina Akarsel şermezar kir û soz da ku dê xwedî li têkoşîna wê derkevin. Daxuyanî, bi çepikan û dirûşma “Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû. 
 
SEMSÛR 
 
Aktîvîstên TJA’yê û endamên Meclisa Jinan a HDP’a Semsûrê jî bi heman boneyê daxuyanî dan. Daxuyanî li avahiya HDP’a Semsûrê hat dayîn û rêveberên DBP’a Semsûrê û Partiya Çep a Kesk jî piştgirî dan. Li eywana daxuyaniyê pankarta “Em êrişên li dıjî tekoşîna jinan qebûl nakin” hatibû hilayîstin. Di civînê de Endama Meclisa Jinan a HDP’ê Semra Karadag axivî û wiha got: “Em ê tenê yek saniyeyê jî dev ji têkoşîna azadiyê ya jinan bernedin û pênûsa Nagihanê li erdê nehêlin. Li dijî tundiya li dijî jinên kurd tê pêşxistin, em banga mezinkirina piştevanî û têkoşîna azadiyê dikin.” 
 
Civîn, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû. 
 
HATAY 
 
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Antakyayê jî li pêşiya avahiya HDP’a Hatayê bi daxuyaniyekê qetilkirina Akarsel protesto kirin. Di daxuyaniyê de gelek jin amade bûn. Di daxuyaniyê de Endama Meclisa Jinan a HDP’a Hatayê Seher Cevheroglû bertek nîşanî qetilkirina Akarsel da û ev tişt anî ziman: “Divê kesên dijminatiya têkoşîna jinan dikin baş bizanin ku em ê bi ruh û mîrasa Nagihanê têkoşîna xwe hîn mezintir bikin.” 
 
Her wiha Rêxistina HDP’a Îskenderûn a Hatayê jî li avahiya partiyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de gelek kes amade bûn û ji rêveberên HDP’a Îskenderûnê Fîdan Durmuş axivî. Durmuş, da zanîn ku dê hesaba qetilkirina Akarsel bipirsin û wiha domand: “Em ê pergala demokratîk ku azadiya jinan tê de serwer teqez ava bikin. Soza me ya ji bo Nagihanê, mezinkirina têkoşînê ye. Em ê pênûsa wê, dengê wê û hêviyên wê nîvco nehêlin.” 
 
QERS
 
Li Qersê jî TJA’yê bi heman boneyê li pêşiya avahiya HDP’ê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de li gel Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan, her wiha gelek partiyî jî amade bûn. Di daxuyaniyê de Orhan anî ziman ku Akarsel yek ji pêşengên têkoşîna azadiyê ya jinan bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev rejîmên yekperest, zayendperest û faşîst; li dijî kesên dengê xwe bilind dikin, îtîraz dikin, azadî û wekheviyê diparêzin û bi taybet jî têkoşîna azadiyê ya jinan didin her tim bêtehemûl in. Lewma guleyên li Nagihana ku bi xebatên xwe yên Jineolojiyê re bûbû dengê jinan hatin xistin, li hemû jinan hatine xistin. Dê pênûsa wê li erdê nemîne û ji têkoşîn û sekna wê jî tawîz neyê dayîn.” 
 
Daxuyanî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.
 
COLEMÊRG
 
Rêxistina HDP’a Colemêrgê jî têkildarî mijarê li pêşiya avahiya partiyê daxuyanî da. Gelek endamên partiyê di daxuyaniyê de amade bûn. Di daxuyaniyê de Hevseroka Navçeya Navendî ya HDP’a Colemêrgê Sînem Seven diyar kir ku dê li dijî kesên dixwazin jinan bêdeng bikin û bitepisînin paşve gavê neavêjin û bi vî awayî bersivê bidin. 
 
Di daxuyaniya li Geverê de jî gelek kes amade bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên Akarsel hatibûn vekirin û pankarta “Jin, jiyan, azadî” hat rakirin. Di daxuyaniyê de parêzera OHD’î Cevahîr Agrali axivî. Agrali got ku jinên ku pêşengitiya şoreşên bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” pêk hatin dikirin, niha di hedefê de ne û wiha pê de çû: “Aqilê desthilatdariyê ku hebûna xwe bi mirin, xwîn, komkujî û talanê diparêze, bi sedan sala ye li dijî jinên jiyaneke watedar ava dikin, şer daye destpêkirin.” 
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî bexwedana jinan” bi dawî bû.
 
EDENE
 
Meclisa Jinan a HDP’ê û TJA’yê li Edeneyê jî qetilkirina Akarsel protesto kir. Daxuyanî, li Parka Heyekellî hat dayîn. Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP’a Edeneyê Helîn Kaya qetilkirina Akarsel şermezar kir û ev tişt anî ziman: “Em ê tenê yek saniyeyê jî dev ji têkoşîna azadiyê ya jinan bernedin. Em ê pênûsa Nagihanê li erdê nehêlin. Em ê Jineolojiyê weke parastina cewherî ya zanistî ya hemû jinên cîhanê mezintir bikin.” 
 
MÊRSÎN
 
Rêxistina HDP’a Mêrsînê jî li pêşiya avahiya partiyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Jin, jiyan, azadî, jin dê bêdeng nemînin” hatibû vekirin. Di daxuyaniyê de li gel parlamenterên HDP’ê Ridvan Turan û Fatma Kurtulan, gelek kesên din jî amade bûn. Ji Meclisa Jinan a HDP’a Mêrsînê Hamdiye Kiric di daxuyaniyê de destnîşan kir ku Akarsel bi sekna xwe bû hêviya her kesî û wiha got: “Guleyên li Nagihanê hatine xistin, li têkoşîna azadiyê ya jinan hatine xistin. Ev gule li dengê jinan, li gotina jinan hatine xistin. Di şexsê nasnameya kurdî û rojnamegeriyê ya Nagihanê de xwestin me bêdeng bikin lê belê em ê ji têkoşîna xwe paşvegav neavêjin û bi vî awayî bersivê bidin.” 
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî" û “Bijî berxwedana jinan” bi dawî bû.