Seydaoglû: Jinên kurd ji ber ku mudaxileyê li pergalê dikin dibin hedef

  • jin
  • 09:07 7 Cotmeh 2022
  • |
ÎZMÎR - Edîtora Kovara Jineolojiyê Parêzer Rûşen Seydaoglû destnîşan kir ku tevgera jinên kurd ji ber ku bi awayekî pergalî mudaxileyî pêkhateya heyî dike bûye hedefa pergala serdest a zilamsalarî û wiha got: "Jin suîqasta li hemberî Nagîhan Akarsalê wekî êrişa li azadiyê dihesibînin. Lewma soz dan ku dê têkoşîna Nagîhanê bilind bikin." 
 
Pergala serdest a zilamsalarî ya faşîst, ji sînerjiya ku şoreşa jinê ew afirandiye ditirse. Ji ber vê êrişên xwe yên bi rê û rêbazên qirêj ên li hemberî vîna jina azad û berxwedêr didomîne. Gava jin li Îranê li hemberî pergala serdest a zilamsalarî ya ku Jîna Mahsa Amîniyê qetil kir bi felsefeya "jin, jiyan, azadî" daketin kuçeyan, Nagîhan Akarsel jî ku ji bo vê felsefeyê têdikoşiya, ji aliyê serdestiya zilamsalarî ya faşîst ve li orta kuçeyê hedef hat girtin. Akarsel ku di 4'ê Cotmehê de li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe bi suîqastekê hat qetilkirin, ji bo pêşketina zanista şoreşa jinê jineolojiyê û avakirina Pirtûkxaneya Jinê ya Kurdistanê dixebitî. 
 
Edîtora Kovara Jineolojiyê Parêzer Rûşen Seydaoglûyê êrişên li ser jinan û berxwedana jinan a li hemberî van êrişan nirxand. 
 
TÊKOŞÎNA LI CÎHANÊ BELAV BÛYE
 
Seydaoglûyê diyar kir ku têkoşîna jinên kurd, têkoşîneke dîrokî ye û got ku bi taybetî ji salên 1990'î û vir ve, ji dema valakirina gundan heya niha, hewldanên ji bo mehandina nasnameya jinê hene, lê li hemberî vê jin jî polîtîk bûne. Seydaoglûyê wiha domand: “Çi qas hewl didin pêşî li ber vê têkoşînê bigirin jî, lê jinên kurd ji taxan heta bajaran xwe birêxistin kirin. Qîma xwe bi vê jî neanîn; ew têkoşîna ku li herêmê birêxistin kirin, li seranserê cîhanê belav kirin. Helbet ev bi hêsanî nehatin kirin. Gava ev dihatin kirin, li aliyekî rolên zayendiya civakî li aliyê din jî êrişên desthilatan ên li ser nasnameya kurdî hebûn. Lê ji bo jinên kurd mijarên sereke têkoşîna ji bo azadî û wekheviyê, jiyana alternatîf û avakirina modernîteya demokratîk bûn. Jinên ku di salên 90’î de polîtîk bûn, qîma xwe bi polîtîkbûyîna xwe tenê neanîn. Çûn malên siyasetmedarên mêr ên bi hev re dixebitîn, li taxên xwe çûn malan û hevdîtin bi jinan re kirin. Bi jinên ku desthilatê ew mehkûmî mirina sivîl û asîmlasiyonê kiribûn hevdîtin kirin." 
 
'JINAN SOZ DA NAGÎHANÊ'
 
Seydaoglûyê anî ziman ku îro tevgera jinên kurd derfetên jiyana li ser esasên perspektîfa jiyana hevpar a azad peyda kirine û got ku di vî warî de jineolojî li bersiva pirsên ku ev serdem, ev atmofera şer û pevçûnan xwe dispêrin çi û xelasiya ji vê yekê dê bi çi awayî be, digere. Seydaoglûyê destnîşan kir ku neolîberalîzm hewl dide xwe di ser jinê re pêş ve bibe û krîza edaletê jî hewl dide di ser jinê re pergala baviksalariyê ava dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Qada ku em jê re dibêjin siyaset, bi partiyên siyasî tenê ne sînordarkirî ye. Kolan bi xwe, têkoşîna ji bo ekolojiyê, aborî, ked, perwerdehî û hemû qadên tenduristiyê qadên siyasetê ne. Ev qad hemû bi hişê mêraniyê tên birêvebirin. Ji ber ku nikarin ji vê krîzê xelas bibin, her roj hîn bêtir tahdeyê bi kar tînin û bawer dikin ku dê bi vî awayî ji heq vê krîzê derkevin. Tevgera jinên kurd baş dizane ku ev qad hemû qadên siyasetê ne û polîtîkayên tên hilberandin jî, dijminatiya jinan dikin û lewma mudaxileyî van polîtîkayan dike. Her wiha jin ji bo endama desteya rêvebir a kovara Jineolojiyê û Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarselê daketin kuçeyan. Jin suîqasta li hemberî Nagîhan Akarsalê wekî êrişa li tevgera jinên kurd, tevgera jinan a cîhanê, zanyarî, çand, berxwedan û îdiaya azadiyê ya jinê dihesibînin. Lewma soz dan ku dê têkoşîna Nagîhanê bilind bikin." 
 
'XETA AZADÎXWAZ DIDOME'
 
Seydaoglûyê diyar kir ku ew ne tenê dê jin çawa bijîn nîqaş bikin, ew jin dê çawa jinûve jiyanê ava bikin û modernîteya demokratîk ava bikin jî dane ber nîqaşê û bal kişand ser konferansên jinê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên lidarxistin. 
 
Seydaoglûyê destnîşan kir ku tevgera jinên kurd hem di warê parastinê hem jî di warê rêxistinî de bûye cihê îlhamê û wiha pê de çû: “Ji lew re tişta ku me îdia kiribû li Rojavayê pêk hat. Ev jî li her derî nîşan dide ku ev aqil dikare bi destê me bê avakirin. Ev berpirsiyariyeke pir bargiran e. Tevgera jinên kurd ji ber ku mudaxileyeke pergalî dike, pergala serdest a zilamsalarî hewl dide lêbide û tune bike. Lê çend netew-dewlet hewl didin bi girtin, binçavkirin, înfaz û bi exlaqparêziyê -wekî meseleya Jîna Amîniyê- pêşî li ber vê bigirin jî, tevgera jinên kurd, xeta xwe ya azadîxwaz, ekolojîk û demokratîk didomîne." 
 
PERSPEKTÎFA JINÊ
 
Seydaoglûyê diyar kir ku jin ne tenê li dijî pergala zilamsalarî, di heman demê li dijî talana ekolojîk a bi destê vê pergalê tê kirin jî têdikoşin û wiha domand: “Jin li hemberî modernîteya kapîtalîst ku cîhana wateyî ya di navbera jinan û xwezayê de rûxandiye, hewl didin jinûve wê cîhana wateyî ava bikin. Tevgera jinên kurd ku xwe li ser esasê civakîbûnê îfade dike, bi hişmendiyeke wekhevîxwaz û azadîxwaz nêzî hemû heyînên xwezayê dibe. Hem di lîteratur hem jî di pratîka tevgera jinên kurd de hebûna vê yekê girîng e. Li gel vê erdnîgariya Kurdistanê jî bi polîtîkayên 'ewlehîparêz' tê tunekirin. Hêleke taybet a vê yekê heye. Yanî ne tenê şîrket, tiliya netew-dewletên ku alîkariya wan dikin jî di vê de heye. Hesasiyeta jinên kurd û nêzîkatiya wan a ji bo xwezayê, xwe disipêre van tiştan. Lê divê ev yek bê berfirehkirin. Çawa ku erdnîgariya Kurdistanê di bin navê polîtîkayên 'ewlehiyê' de tê talankirin û ekolojî tê qirkirin, pergala serdest a zilamsalarî li deverên cuda yên cîhanê jî bi awayine cuda rûxandina ekolojiyê didomîne."
 
Seydaoglûyê anî ziman ku divê jinên ji çand, bawerî û gelên cuda yên li Rojhilata Navîn hev du fêm bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke hûn lokal bimînin, hûn ê bi xetereyan re rû bi rû bimînin. Îro li Tirkiyeyê desthilat dest datîne ser hemû destkeftiyên jinan. Lê hûn di warê wesfdanî û çendaniyê de çi qasî xurt bibin, hûn ê pergaleke ew qasî mayinde ava bikin. Bi vê bîr û baweriyê pêwîst e li Rojhilata Navîn li ser esasên xeta azadîxwaz, ekolojîk û demokratîk pergala jinê ya xwerêveberiyê bê avakirin. Tevgera jinên kurd ev yek di dema krîza heyî de tespît nekiriye, ji roja ku xwe birêxistin kiriye heya niha em dibêjin ev pergaleke bipirsgirêk e û lewma divê bi dîtina jinê li pergalê bê mêzekirin. Me ji destpêkê û vir ve ev yek ji bo Îran, Afganîstan û Tûnisê jî bilêv kiriye ku ancax bi perspektîfa azadiya jinê dikarin ji vî agirî rizgar bibin."