‘Nagîhan dê bi vîna têkoşîna jina kurd bijî’

  • jin
  • 12:31 7 Cotmeh 2022
  • |
img
ENQERE - Endamên Platforma Jinan a Enqereyê bertek nîşanî qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarselê dan û gotin: “Nagîhan dê bi vîna têkoşîna jinên kurd bijî.”
 
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û edîtora Kovara Jineolojiyê akademîsyen Nagîhan Akarsel di 4’ê cotmehê de li Silêmaniyeya Herêma Kûrdistanê, di encama êrişa çekdarî de jiyana xwe ji dest da. Rojnameger û nivîskar Akarsel di çarçoveya avakirina projeya Akademiya Jineolojiyê û Pirtûkxaneya Jinan a Kurdistanê li Silêmaniyeyê xebat didan meşandin. 
 
Endamên Platforma Jinan a Enqereyê ku şahidên rojnamegeriya Akarselê bûn, bertek nîşanî qetilkirina wê dan.
 
SÛÎQESTA TÊKOŞÎNA JINÊ
 
Endama Platforma Jinan a Enqereyê Done Gevher destnîşan kir ku tevahiya bajêr Akarselê bi nivîs û gotarên wê nas dikir. Gevher bi bîr xist ku ew careke din bûne şahid ku têkoşîna jinê li dijî zext û êrişan gelek bi hêz e. Gevher bal kişand ser xwedîderketina têkoşîna jinê ya Akarselê ya bi dirûşmeya “Jin jiyan azadi” û wiha got: “Ev sûîqesteke siyasî ye û nayê qebûlkirin. Guleyeke ku li têkoşîna jinê re hatiye berdan e, sûîqesta li gelê kurd e, nayê qebûlkirin. Em ê wek jin heya ku sûîqest tê ronîkirin dê bêdeng nemînin û dengê xwe bilind bikin.”
 
‘TÊKOŞÎN DÊ JI ŞÎLIYÊ HEYA AMERÎKAYA LATÎN BIDOME’
 
Endama Platformê Bûse Uçer, anî ziman ku Akarsel a di nava têkoşîna jinê de xwedî cihekî girîng bû bi sûîqestê ji têkoşîna jinê hate veqetandin. Uçer da zanîn ku ew ji gelek jinan têkoşîna Akarselê guhdar kiriye û wiha axivî: “Têkoşîna li nav jinên li kolanên Şîliyê mezin dikin, li Amerîkaya Latîn dom dike û dê mezintir bibe.Têkoşîna Akarselê dê di serî de bi vîna jinên kurd, jinên hatine kuştin û jinên ku piştgirî didin têkoşîna femînîst wê bijî. Serdestên dewletên mêr li her aliyê cîhanê dixwazin zextan li jinan û jiyana wan bikin.”
 
‘DIVÊ HESABA HER GULEYEKÊ BÊ PIRSÎN’
 
Uçer da zanîn ku têkoşîna jinan a li dijî zext û tundiyê mezin dibe û destnîşan kir ku divê hesaba her guleya li jinan hatiye teqandin were pirsîn. Uçer got ku ew ê hesaba Akarselê bipirsin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Helbet dê hesaba Nagîhanê jî wekî hemû jinên hatine qetilkirin dê were pirsîn. Em ê li kolanan li dijî tundiya dewleta mêr têkoşînê bidomînin. Jin bi salan e nîşan didin ku ew ê serî li zextên faşîzmê netewînin. Li Tirkiyeyê desthilateke ku ev 20 sal e didome heye. Tevgere jinê ya ku li dijî desthilatê li kolanan û pêşiya barîkatan naterikîne heye. Me vê yekê li Îranê jî dît û me careke din nîşan da ku em ê bi tu awayî serî netewînin. Em ê li dijî hemû hovîtiyan têkoşîna xwe bilind bikin û dengê xwe berztir bikin.”