Jinan ji Amedê bang kir: Nagîhan Akarsel nemir e

  • jin
  • 19:21 7 Cotmeh 2022
  • |
img
AMED - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran ku di daxuyaniyê têkildarî qetilkirina Nagîhan Akarselê de axivî, got: "Em ê bi azadiya jinê ji van desthilatên faşîst rizgar bibin." 
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê têkildarî qetişkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Edîtora Jineolojiyê Nagîhan Akarselê ku li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe di êrişeke çekdarî de hatibû qetilkirin daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî li ber Plaza AZC'ê hat dayîn. 
 
‘NAGÎHAN AKARSEL NEMIR E'
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran û Berdevka Ciwanên HDP'ê Dersim Dag jî di nav de jin ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Di dema dorpêçkirinê de jinan tim dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" û "Nagîhan Akarsel Nemir e" berz kirin. Di daxuyaniyê de wêneyên Akarsalê hatin hilgirtin. 
 
Gava Başaranê axivî, polîan bi mertalên xwe nehiştin çapemenî dîmenan bigire. Başaran di axaftina xwe de got: "Em ji bo têkildarî qetlkirina Nagîhan Akarselê de daxuyaniyê bidin li hev kom bûne. Lê mixabin wekî gelek deverên cîhanê em li Amedê jî bi awayekî din ên tahdeya zilaman re rû bi rû ne. Niha nahêlin qetilkirina jinekê protesto bikin." 
 
Başaranê diyar kir ku Akarsel li Silêmaniyeyê bi 11 guleyan hatiye qetilkirin û wiha got: "Em dizanin bê kîjan hêzên qirêj li pişt vê qetilkirinê ne. Kesên îro nahêlin em daxuyaniyê bidin, tevkariyê bi wan hêzên qirêj re dikin. Ez li vir qetilkirina hevala me Nagîhanê şermezar dikim. Û careke din dibêjim, dê tu qetlkirin nikaribe bi me paşde gav bide avêtin." 
 
Başaranê di berdewama axaftina xwe de  got: "Em ê bi azadiya jinê ji van desthilatên faşîst rizgar bibin." 
 
Piştî daxuyaniyê jinan çalakiya xwe bi berzkirina dirûşmeyên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Çapemeniya Azad Nayê Bêdengkirin" domandin. Di vê navê de amîrekî polîsan got "Hevalno em ê yeko yeko derkevin ne wisa?" Jinan jî bi yekdengî gotin: "Na." Bi dû re jin bi berzkirina dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" û bi tilîlî û çepikan ji dorpêçê derketin.