Jinên ji bo Akarselê rabûne ser piyan: Têkoşîna wê dê mezin bibe

  • jin
  • 09:45 8 Cotmeh 2022
  • |
img
 
STENBOL - Jinên di kêliya şermezarkirina Endama Lêkolînên Navendî ya Jineolojiyê Nagîhan Akarselê de bi lêdanê hatibûn binçavkirin gotin: “Em ê gotina wê, nivîsên wê, pênûsa wê û vîna têkoşîna wê li her dereke mezin bikin.”
 
Ji girseya ji bo şermezarkirina qetilkirina Endama Lêkolîên Navendî ya Jineolojiyê û Akademîsyen Nagîhan Akarsela ku di 4’ê Cotmehê de li Silêmaniyeya Herêma Kurdistanê ya di encama êrişa çekdarî de hate kuştin li Kadikoyê  kom bûn, jê 34 jin ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin. Jinên bi lêdanê hatin binçavkirin heman rojê birin Midûriyeta Polîsan û piştî karûbarên îfadeyê hatin berdan. Hevberdevka Rêxistinkirinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Besra Îşsever û Rêvebera Rêxistina HDP’a Stenbolê Pinar Turkmen tundiya polîsan û tiştên di dema binçavkirinê de bi serê wa hatin ji ajansa me re vegotin. 
 
TUNDIYA POLÎSAN
 
Besra Îşsever anî ziman ku ew ji ber Nagîhan Akarselê kom bûn û rastî tundiya polîsan hatin û bi lêv kir ku polîs ji wan re gotiye “Derbarê wê de biryara girtinê heye” û ew binçav kirine. İşsever, destnîşan kir ku wan li dijî vê yekê li ber xwe dane û wiha axivî: “Me anî ziman ku daxuyaniyeke ji bo hevaleke me ya hatiye qetilkirin tê lidarxistin, mafekî bingehîn e. Ji xwe me jî li dijî vê yekê li ber xwe da. Hinek hevalên me bi lêdanê, li erdê kaşkirinê hatin binçavkirin. Pozên hinekan şikest.” Îşsever ragihand ku li gel ku destên wan diêşand jî demeke dirêj kelemçeya bi paş ve ji destên wan ve nekirin.
 
‘PÊNÛSA WÊ LI ERDÊ NAMÎNE’
 
Îşsever da zanîn ku bi salan e jinên kurd bi heman awayî rastî zext û tundiyê tên û got: “Em di ferqê de ne ku tundiya dewleta mêr li her qadê derdikeve pêşberî me. Em ê li dijî neheqî û bêhiqûqiyan li her derekê, dengê xwe bilind bikin. Em baş dizanin ku li Tirkiyeyê pergala dadê nayê xebitandin. Em ê teşîrkirina polîtîkayên şerê qirêj ên li dijî jinan, ciwanan li her derê Kurdistan û welêt bidomînin. Em baş dizanin ku ji ber ku em van polîtîkayan teşîr dikin ev tirs heye.” Îşsever diyar kir ku ew ê tu car pênûsa Akarselê li erdê nehêlin.  
 
TACÎZ Û ÊRIŞA PSÎKOLOJÎK
 
Pinar Turk jî destnîşan kir ku ew bêyî hişyariyekê, bi tundiyê hatine binçavkirin û wiha axivî: “Bi rastî îşkence bi durxistina kedkarên çapemeniyê dest pê dike. Vê rêbazê ji bo ku dîmen û agahiya îşkenceyê neyê girtin tê sepandin. Jixwe ev neheqî û bêhiqûqiye. Daxuyaniya çapemeniyê mafekî me yê însanî ye. Divê em vê rêbaze qebûl nekin û dengê xwe bilind bikin.” 
 
Turk, bal kişand ser êrişên cinsî û psîkolojîk yên li ser jinê û wiha pê de çû: “Cûreyeke êrişa li ser bedana jinê û azadiya jinê ye. Bêyî ku em qebûl bikin her cure temaskirina laşê me tacîz e. Li vir polîs hevalên me bi awayekî keyfî derb dikin, porê wan dikêşin, didin ber pêhnan û binçav dikin. Ev hemû wek tacîzên li laşên me tên kirin in.” 
 
‘TÊKOŞÎNA NAGIHANÊ DÊ BIJÎ’
 
"Hayatını kaybeden kadınlar, hayatını kaybettiği için, hayatını kaybetmemek için öz savunma uygulayan kadınlar ise 'niye ölmedi' diye suçlandığı bir sistemde yaşıyoruz ne yazık ki" diyen Türk, şunları söyledi: "O gün Kadıköy’de yaşadığımız tam olarak buydu. Orada resmen hukuksuzluk işlendi. Hukukun, insan haklarının ayaklar altına alındığı bir süreci burada yaşıyoruz. Hiçbir yerde erkek egemenliğine karşı mücadele etme meselemizden bir adım geri atmayacağız. Nagihan arkadaşımızın katledilmesi bununla da ilgilidir. Nagihan arkadaşımız bizim mücadelemizde yaşayacak. Onun sözünü, yazılarını, kalemini, mücadele azmini her yerde büyütmeye devam edeceğiz."
 
Turk, destnîşan kir ku di pergaleke ku jinên ji bo jiyana xwe ji dest nedin xwe diparêzin 'çima nemir' tên sûcdarkirin de dijîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tişta wê rojê me li Kadikoyê jiya ev bû. Li wir bêhiqûqî hate kirin. Em pêvajoyeke ku mafên mirovan û hiqûq hatiye binpêkirin dijîn. Em li tu qadan ji têkoşîna xwe ya li dijî serweriya zilam didin paş ve gavê naavêjin. Qetilkirina hevala me ya Nagîhan têkildarî vê yekê ye. Hevala me ya Nagîhan wê di têkoşîna me de bijî. Em ê gotin, nivîs, pênûs, azweriya têkoşîna wê em ê li her derê mezin bikin.”