'Jin divê piştgiriya Tifaqa Ked û Azadiyê bikin'

  • jin
  • 09:02 9 Cotmeh 2022
  • |
img
STENBOL - Endama Meclîsa Jinan a KESK'ê ya Stenbolê Bîrcan Dag diyar kir ku Tifaqa Cumhûr û Miletê ji ber ku xwedî ferasetak serdest in tiştekî ku bidin jinan tune ye û bang li jinan kir ku piştgiriyê bidin Tifaqa Ked û Azadiyê.
 
Nirxandinên li ser Tifaqa Ked û Azadiyê ya ku bi nexşerêya xwe ya ku li ser çareseriya pirsgirêkên sereke yên Tirkiyeyê bi taybetî jî pirsgirêka kurd eşkere kiriye, didomin. Endama Meclisa Jinan a Stenbolê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Bîrcan Dag bal kişand ser berfirehiya deklerasyona Tifaqa Ked û Demokrasiyê û destnîşan kir ku Tifaqa Cumhûr û Miletê ji ber ku xwedî ferasetak serdest in tiştekî ku bidin jinan tune ye û bang li jinan kir ku piştgiriyê bidin Tifaqa Ked û Azadiyê.
 
PIRSGIRÊKA KED Û AZADIYÊ
 
Dag a anî ziman ku jinên di sektora cemaweriyê de dixebitin di salên dawî de bi krîzeke giran re rû bi rû mane, diyar kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêka ked û azadiyê heye û ev her du têgeh ji bo jinan pirsgirêkeke mezin derdixin holê û wiha got: “Berî her tiştî li vî welatî pirsgirêkeke mezin a kedê heye. Ev bandoreke mezin li ser jiyana jinan dike. Em dizanin ku bihabûn, enflasyona zêde û betalî herî zêde bandorê li jinan dikin. Ev di deklerasyona Tifaqa Ked û Azadiyê de hatin destnîşankirin. Siyaseteke tifaqê ya ku vê yekê esas digire heye. Ya duduyan; ji 20 salên serdema AKP'ê heta niha mafên me yên kedê di bin xetereyê de ne û ji xeynî maf û azadiyên me jî pir hatine sînordarkirin. Îro ji kincên jin li xwe dikin heya bi tercîhên wan gelek tişt tune tên hesibandin. Lewma maf û azadiyên di deklerasyonê de ji bo me jinan pir girîng in." 
 
Dag, bi bîr xist ku jin ji ber nasnameya xwe ya jinbûnê di kargehan de pirsgirêkên mezin re rû bi rû dimînin û got ku divê pirsgirêkên jinan bi awayekî giştî bên çareserkirin. Dag, axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em dizanin ku ev xwe bi xwe çareser nabin. Rêxistinên têkoşer ên jinan, partiyên sosyalîst ên çep bi rastî jî di demên dawî de dengê jinan bihîstin. Lewma ji bo me jinan tiştên ku Tifaqa Ked û Azadiyê li ser wan sekinîne girîng in."
 
Dag, destnîşan kir ku Tifaqa Cumhûr û Miletê xwedî feraseteke serdest in, ne pêkan e jin xwe di nava van her du tifaqan de bibînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dizanin ku Meral Akşener a ku di nava Tifaqa Miletê de bi awayekî xurt tê lansekirin, fîgureke ku ji aliyê pergaleke serdest a zilamsalarî ve hatiye afirandin. Em dizanin ku ev her du tifaq ji bo jinan xeteriyeke mezin in."
 
JIN DIVÊ PIŞTGIRIYA TIFAQÊ BIKIN
 
Dag, di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku jinên kurd wekî Jîna Mahsa Amîniyê her tim tên qetilkirin û got ku qetilkirina jinan polîtîk e. Dag, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Helbet em dizanin ku ev polîtîkayên desthilatdariya heyî ne. Em di wê baweriyê de ne ku çareserî bi têkoşîna siyasî pêkan e. Lewma di vê serdemê de berpirsyariya me jinan hîn zêdetir bûye. Mijara jinê ya di deklerasyona Tifaqa Ked û Azadiyê de ji bo me pir girîng e. Em difikirin ku ev tifaq di warê têkoşîna jinan de tifaqeke pir girîng e. Em bang li her kesî dikin ku di hilbijartinan de piştgiriyê bidin Tifaqa Ked û Azadiyê."