'Têkoşîna Hevrînê hedef hat girtin'

  • jin
  • 09:01 12 Cotmeh 2022
  • |
RIHA - Bi ser qetilkirina Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelefê re 3 sal derbas bûn. Hevrêya Xelef, Zozan Şemo got ku têkoşîna Hevrîn Xelef hedef hat girtin. 
 
Tirkiyeyê tevî hêzên paramîlîter di 9'ê Cotmeha 2019'an de êriş birûbûn ser bajarên Girê Spî û Serêkaniyê yên  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di roja 4'an a êrişan de Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef tevî 7 kesan li ser rêya Eyn Îsayê hatibûn girtin û paşê bi îşkenceyê hatibûn qetilkirin. 
 
Xelef ku di sala 1984’an de li bajarê Dêrikê ji dayîk bûbû, piştî ku li Zanîngeha Helebê Beşa Endezyariya Çandiniyê kuta kiribû vegeriyabû bajarê xwe. Xelef ewilî bûbû Wezîra Enerjiyê ya Kantona Cizîrê û paşê jî bûbû Wezîra Aboriyê. Xelef ku pêdiviyên ceryanê yên malan peyda dikir, ji bo mafên jinan dixebitî û di qadên ekolojî û çandiniyê de dixebitî, piştî ku HSD'ê Reqayê ji DAIŞ'ê xelas kiribû, di sala 2018'an de bûbû Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê. 
 
Cîgira Serokatiya Meclisa Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Zozan Şemo behsa hevrêya xwe Hevrîn Xelefê kir. 
 
Şemo diyar kir ku Xelef di sala 2011'an de daxilî nava xebatan bûye û heya roja ku hatiye qetilkirin jî xebatên xwe domandiye. Şemo bilêv kir ku wê ewilî di nava rêxistinên ciwanan de dest bi xebatan kiriye û wiha got: “Min di sala 2016’an de ew nas kir. Xelef di xebatên konfederasyona ciwanan û gelek xebatên dind e cih digirt."
 
Bi domdarî Şemo diyar kir ku li Dêrikê di warê jin, perwerde û rêxistinbûnê de bi Xelef re xebitiye û ev tişt anî ziman: "Em li Desteya Şopandinê ya Nûrî Dêrsimî û Akademiya Civaka Demokratîk li kêleka hev bûn. Di xebatên xwe yên taybet ên li vir de hem bi nêzîkatiya xwe hem jî bi axaftinên xwe yên li ser mijarê bala gelek kesan dikişand ser xwe." 
 
Şemo anî ziman ku Xelef bi îşkence û sûcekî mezin ê li dijî mirovahiyê hatiye qetilkirin û got ku bi vî awayî têkoşîna Xelef hatiye hedefgirtin.
 
‘TEHEMÛLA JINAN NAKIN'
 
Di berdewamê de Şemo destnîşan kir ku Xelef bi taybetî hatiye hedefgirtin û wiha pê de çû: "Kuştina jineke wekî Hevrînê ku bandoreke mezin li zarok, ciwan û jinan dikir, tiştina ji me re dibêje. Yên ku ew qetil kirin, nikarin jinên ku ji bo azadiya xwe têdikoşin tehemûl bikin. Xelef, bi gelek zimanên kevnar ên wekî erebî, kurdî û suryanî dizanibû û di axaftinên xwe de wiha dikir. Xelef, ji Şoreşa Rojava heya avakirina Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê di gelek qadan de xebitî. Keda wê li ser jinên rêxistinkirî û ji bo azadiya xwe têdikoşin heye."
 
WÊREKIYA WÊ
 
Şemo anî ziman ku piştî qetilkirina Xelefê jin bi lehengî beşdarî partiyê bûne û di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Her ku jin tev li partiyê bûn, rola wan a di nava xebatê de zêde bû. Zêdebûna rolên wan jî cesaret da her kesî. Axaftinên Hevrînê yên ji bo jinan, pir bi bandor bûn. Ne tenê jinên kurd, her wiha jinên ereb, suryan û jinên ji nasnameyên din bandor ji axaftinên Hevrînê digirtin û bi vî awayî tevlî partiyê dibûn. Di sala 2020’î de Meclisa Jinan a partiyê hat avakirin. Îro heke di nava partiyê de jinên ereb hebin, em baş dizanin ev bi saya bandora Hevrînê ye." 
 
MA / Ceylan Şahînlî